Encamên lêgerînê
muzîkal rd 1. müzikal (müzikle ilgili) 2. müzikal (müzik eşliğinde sergilenen film veya tiyatro oyunu)
muzîkal (navdêr, mê) şanoyê yan filmê ku bi pirranî bi stranan û muzîkê tê pêşkêşkirin.
ji wêjeyê: Sophia Loren di komediyeke muzîkal ku ji fîlmê Federico Fellini yê Heşt û nîv bandor girtine û dikişînin de dê bilîze.(Diyarname.com, 10/2007).
ji: Têkildarî muzîkê.
Bikaranîn: Lêker: muzîkal bûn, muzîkal kirin. Navdêr: muzîkalbûn, muzîkalkirin Rengdêr: muzîkalbûyî, muzîkalkirî
muzîkal bûn (lêker)(Binihêre:) muzîkal
muzîkal kirin (lêker)(Binihêre:) muzîkal
muzîkalbûn (navdêr, mê) (Binihêre:) muzîkal
muzîkalbûyî (rengdêr) (Binihêre:) muzîkal
muzîkalîte (navdêr, mê) muzîkalbûn, ahengdarî, awazdarî, li gor ahengan yan awazan, zîrekî yan şarezatî ji warê muzîkê.
ji wêjeyê: Di her zimanî de ahengek heye û her kelime teda’îyekê (çağrışım) bi meriv re çêdike. Ji ber ku bi pirranî ziman bi şikleke tebîî ro bi ro –piçûk be jî – têne guhertin, ev aheng û teda’î jî bi gelek kelîmeyan ve dewam dike û însan gava wî zimanî qisedikin ew me’ne û muzikalîte pê re dijîn. Teda’î û ahenga ziman di gramera ziman de du perçe, du esasên gelek mûhîm in; heta meriv dikare bibêje esasê ziman in. Ew jibo ziman zemîn in, lewra meriv dikare her zimanî hîn bibe û bide hînkirin, lê aheng û teda’î di prosesa zimanhînbûnê de du tiştên herî bi zehmet û meşeqet in.(Ahmed Akın: Aheng, teda’î û çêkirina kelîmeyan, Nubihar.com, hj. 102, 2008).
ji: muzîk + -alîte
muzîkalkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye muzîkal kirin
muzîkalkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) muzîkal
muzîkal rd. muzîkên, muzîkal