Encamên lêgerînê
milîtarîst nd/rd militarist
milîtarîst (navdêr) kesa/ê ku bawer dike ku divê pirsgirêk bi ceng û şerrî bên çareserkirin, kesa/ê ku dibêje ku divê deshilata dewletê di destê leşkeran de be, peyrewê/a milîtarîzmê, piştevanê/a milîtarîzm.
Herwiha: mîlîtarîst.
Têkildar: milîtarîzm.
Dijwate: pasîfîst.
ji wêjeyê: Qenaeta hevbeş ev e û şik jî ji rastîya wê nîne ku du sebebê girîng ya hêrsokiya artêşa tirk heye ku yek hilbijartin û yek jî rewşa Başûr û referandûma Kerkûkê ye. Hêza kemalîst, milîtarîst û nîjadperest bi vê qiyametrakirinê ji aliyekî dixwaze pêşî li AKPê bigire û ji aliyê din birêveberiya Kurdistana Azad çavtirsokî bike, terdutan têxe nava wan.(M. Şefîq Oncu: Krîza kontrolkirî, Netkurd.com, 7/2007).
ji: Bi rêya frensî militariste yan inglîzî militarist ji latînî militaris (cengî, şerrî) ji miles (leşker, supa, esker) ku herwiha serkaniya peyvên milîs û milîsya yên kurdî ye.
: milîstarîstî, milîtarîstîk
milîtarîst rd. mîlîtarist, ordîparêz, artêsparêz