Encamên lêgerînê
mihteşem (rengdêr) mirêsdar, şemal, ihtişamî, wurşedar, bihişmet, debdebe, rewnaq, geş, birqok.
Hevwate: bimirês.
Herwiha: muhteşem.
ji wêjeyê: Îbo got:“Bi stranên ku min li Bodrûmê nivîsandine ezê kasetekê muhteşem çêkim ku nayê gotin. Gava min ew stran nivîsandin, ez tam 63 caran giryam û hêsir di çavê min de neman“ filan û fîstan.(Lotikxane.com, 10/2007).
ji: Ji erebî.
: mihteşemane, mihteşemî, mihteşemîtî, mihteşemtî
mihteşemane (rengdêr) bi awayekî mihteşem.
ji: mihteşem + -ane
mihteşemî (navdêr, mê) rewşa mihteşembûnê.
ji: mihteşem + -î