Encamên lêgerînê
mihacir (navdêr) penaber, aware, miltecî, kesa/ê ji warê xwe yan welatê xwe reviye û li derek din bi cih bûye.
Herwiha: muhacir.
Têkildar: akincî koçber koçer.
ji: Ji erebî, têkildarî hicre.
Bikaranîn: Lêker: mihacir bûn, mihacir kirin. Navdêr: mihacirbûn, mihacirkirin Rengdêr: mihacirbûyî, mihacirkirî.
: mihacirî mihacirîtî mihacirtî
mihacir bûn (lêker)(Binihêre:) mihacir
mihacir kirin (lêker)(Binihêre:) mihacir
mihacirbûn (navdêr, mê) (Binihêre:) mihacir
mihacirbûyî (rengdêr) (Binihêre:) mihacir
mihacirî (navdêr, mê) penaberî, penahindî, mişextî, koçberî, koç, licû, iltica, mihacirbûn, ji ber zilm û tadeyê revîna ji welatê xwe û bicihbûna li welatek dî, sitargeh, penageh, pena, sitare, rev, bazdan, bez, awaretî.
Herwiha: mihacirîtî, mihacirtî, muhacirî, muhacirîtî, muhacirtî.
ji: mihacir + -î
mihacirkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye mihacir kirin
mihacirkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) mihacir