Encamên lêgerînê
metafor (navdêr, mê) mecaz, xaze, alegorî, şibandin, fîgûr, şêwaz.
Herwiha: xaye.
ji wêjeyê: “Kî dikare ji me re bibêje ‘metaphor’ çi ye?” pirsî Mamosta Karwanî ji şagirtên xwe. Keça bi navê Susan bêyî destê xwe rake axift û got, “Wek nimûne, dema mirov bibêje ‘roj li asîmanî dikeniya’ ev ‘metaphor’ e.”(Şahînê Bekirê Soreklî: Şkeft, 12/2000, wergirtin
ji: Peyam.eu, 7/2009).
ji: Bi rêya frensî métaphore yan inglîzî metaphor ji yewnaniya kevn μεταφορά (mêtafora).
: metaforî, metaforîk
metaforî (navdêr, mê) mecazî, xazeyî, fîgûratîv, sembolî, rewşa metaforbûnê.
ji: metafor + -î
metaforîk (navdêr, mê) mecazî.
ji: metaforî +-k