Encamên lêgerînê
mala te ava teşekürler
mala te ava be 1) teşekürler 2) himmetin var olsun
mala te ava (biwêj) spas, memnûn, teşekur, şikir, Xwedê ji te razî beé, Xwedê xêra te binivîseé, Xwedê te bihêle, sihetxweş, destxweş, peyvek şirîn kesek ji ber qenciya kesek din dibêje.
Herwiha: mala te ava be, malîava.
Dijwate: mala te xirab, mala te kavil, mala te wêran.
Bide ber: malkembax, malmîrat, malxirab, malwêran.
ji wêjeyê: Spas û Mala te ava Şivan Perwer! Rehma Rebbil-Alemîn li te be û dengê te yê zêrîn her li dinê be! Sedema vê karesata ku bi ser min de hat, peydakirina kaseta te û ev kilama jorîn bû. Mala te ava, ji ber tu bûyî sedem ku ez bi ser xwe ve hatim. Min qalikên xwe yên gemar bi saya serê te şikandibûn. Êdî min ji ziman, cil û berg û sola piyê dayîka xwa Fatîmeyê şerm ne dikir. Ji wê rojê ta îro min deng û awaza te ya zêrîn ji guhên xwe, kaset û sêlik (CD) ên te jî ji çentezenda xwe kêm nekirin. Soz ezê kêm jî nekim.
mala te ava, kurê te zava! (biwêj) xwedê ji te razî be. mala te ava, kurê te zava. (dia)
mala te ava спасибо (wek spasîba tê xwendin)