Encamên lêgerînê
mûc n murç, keski, küskü
mûcib (rengdêr) hewcedar, pêwîst, pêdivî, lazim, gerek, muhtac.
ji wêjeyê: Gul yek ne tenê ku sed hezaran.Gulşen didetin di nûbeharan.Meşûqê ku mislê wan gelek binher çend ku horî û melek bin.Ew nabine mûcibê çi derdanlewre ku hebin li cumle erdan. Yek bit, û nebit mîsal û hemtaMestûr ji rengê Zîn û Enqa. Aşiq bi çi dê biket medare? Bê sebr û mirin ewî çi çare?!(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 1695).
ji: Ji erebî.
: mûcibî, mûcibîtî, mûcibtî
mûcibî (navdêr, mê) rewşa mûcibbûnê.
ji: mûcib + -î
mûcmel (rengdêr) bi kurtasî vegotin.
ji wêjeyê: bi hûkme seyyide mursel nebiye axir û ewwel betal kir dînha mûcmel bi ayat û bi Quranê w:Mela Hisênê Bateyî.
Bi alfabeyên din:
Dijwate:
mûc m. murc (kemer) n.