Encamên lêgerînê
mîx n ilik, omur iliği
mîxane bnr malxerab
mîxfer lşk/m miğfer, asker başlığı
mîx (navdêr, nêr) bizmar, madenek biçûk û zirav yê seriktûj e û bi çakûçî li daran tê kutan daku du dar bi hev ve bên asêkirin.
Herwiha: mêx, mêxt, mix.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ميخ.
Bide ber: singBinere.
Herwiha: mîh, sîx.
Bikaranîn: Lêker: mîx lê dan, mîx kirin. Navdêr: mîxlêdan, mîxkirin Rengdêr: mîxlêdayî, mîxkirî.
ji: hevreha farisî ميخ (mîx, mêx), tacikî мех (mêx), bextiyarî میخ (mêx), pehlewî mêx, sanskrîtî meyûkhe-, hemû ji Proto-aryayî. Mıh ya tirkî, mıx ya azerî û մեխ (mêx) ya ermenî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Li gelek deverên Kurdistanê peyva mîx cih daye peyva bizmar ya ji erebî مسمار (mismar) ku hevreha מסמר (mesmir) ya îbrî ye û herdu ji rehê s-m-r- (asê kirin, girê dan) yê samî ne..
: mîxik, mîxî, mîxk, mîxker, mîxkî, mîxlêder, nivîsa mîxî
mîx kirin (lêker)(Binihêre:) mîx
mîxfiroş (navdêr, mê) bizmarfiroş.
ji: mîx +-firoş
mîxfiroşî (navdêr, mê) bizmarfiroşî.
ji: mîx +-firoşî
mîxî (navdêr, mê) rewşa mîxbûnê.
ji: mîx + -î
mîxker (navdêr, nêr) (navdêr, mê) ya/ê mîx dike.
ji: mîx + -ker
mîxkerî (navdêr, mê) bizmarkerî.
ji: mîx +-kerî
mîxkirî (rengdêr) (Binihêre:) mîx
mîxkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) mîx
mîxnekirî (rengdêr) bizmarnekirî.
ji: mîx +nekirî
mîxo çû, rîxo hat (biwêj) hemû wekî hev in. ha ew, ha ev, qet derk tune. ma çi hate guherîn? mîxo çû, rîxo bat.
mîxfer m. kolos, mîgfer n.