Encamên lêgerînê
loyal (rengdêr) dilsoz, wefadar, pêgir, pabend, sadiq, kesa/ê ku erk û sozên xwe bi cih tîne, kesa/ê ku xayîntî yan bêbextiyê nake, kesa/ê heval û hevrêyên xwe bi tenê yan bê alîkarî nahêle, sozdar.
ji: Bi rêya frensî yan inglîzî loyal ji frensiya kevn loial ji latînî legalis, têkildarî legal.
: îloyal, îloyalîte, îloyalî, îloyalîtî, îloyaltî, loyalî, loyalîte, loyalîtî, loyaltî
loyalîte (navdêr, mê) dilsozî, wefadarî, pêgirî, pabendî, sadiqî, sozdarî, wefa, sedaqet, dilsozbûn, wefadarbûn, pabendbûn, pêgirbûn, pêbawerî, sozdarbûn.
Herwiha: loyalî, loyalîtî, loyaltî.
Dijwate: îloyalîte, îloyalî, îloyalîtî, îloyaltî.
ji: loyal + -îte