Encamên lêgerînê
lixwevarqilîn (navdêr, mê) Tê gihîştina tiştekî, pêhesîna ciyawazî yan jî rastiyê, bi xwe hesîna mirovekî ku li ser şaşiyek, nezaniyek yan jî çewtiyekê ye. pêhesîn.
ji wêjeyê: Çawa hin diyardeyên mihasebekirinê yên Tirkiyeyê hene, her wiha hin diyardeyên giring ên tevgera kurdên bakur jî hene ku divê îdî li wan mukur bê û mihasebeyê li gel wan bike. Eger ev lixwevarqilîn û mihasebe nebe, kurdên bakur, bi taybetî serokatiya tevgera bakur nikare fahm bike ku çima di van demên dawiyê de tevger li hundur û derva ber bi tenêbûnekê ve diçe, piştgiriya navneteweyî û ya hundur hêdî hêdî xwe ji pişt wê vedikêşe.(netkurd.com, 12/2008). Biwêj: li xwe varqilîn.
Bide ber: pêhesîn, şiyarbûn, hatin ser hişê xwe.
ji: li + xwe + varqilîn