Encamên lêgerînê
li ser ... 1) rd ile ilgili, üzerine, üstüne, konusunda, dair * axaftinek li ser hunerê kir sanat üzerine (veya sanata dair) bir konuşma yaptı 2) üstüne, ilişkin, değin 3) dayanarak, izafeten 4) (herhangi bir) zeminde, hakkında * li ser vî tiştî axaftinek pêk aniye bu zeminde bir konuşma yapmış
li ser ... axaftin (biwêj) wekî mijar nirxandin û pê mijûl bûn. em li qehweyê tên cem hev û li ser helbest û wêjeyê diaxivin. zana farqînî
li ser ... fikirîn (biwêj) der barê mijarekê de kûr bûn. li dinyayêpir kêm xelk bi qasî me dijiyaneke kambax, rewşeke xerab de jiyane û dijîn. divê em li ser sedemên vêyekê jî bifikirin. sûleyman çevik
li ser ... guhdar bûn (biwêj) bal li ser bûn. bi baldarî çav li tiştekî yanjî kesekî bûn. ez ne li vir im, heya ku bêm.ji te tika dikim, li ser erebeya min guhdar be.
li ser ... ketin hev (biwêj) lê ecêb man, li hember tiştekî balkêş şaşwazî man. li ser daweta mala cîndiyê serdar hemû bajar kete hev.
li ser ... kûr û dûr sekinîn (biwêj) der barê de nirxandinên kûr pêk anîn. dahûrandin. ez çiqasî li ser vê mijarê kûr û dûr sekînîmjî, lê mixabin min tam bersiva wê ya zanyarî nedît.
li ser ... man (biwêj) demeke dirêj li benda kesekî man, li kesekî yan jî li tiştekî miqate bûn, xwedî derketin. ya xwedatî ew lawik gelek salan li ser wê keçikê ma. heke wê çevê bijîşk li ser lawikê min nemaya, dibû ku derneketa sibehê.
li ser ... mêr hatin kuştin (biwêj) ji bo pirsgirêkên gelekî mezin û giran tê bikaranîn. ne tiştekî wisa piçûk e, li ser wê meseleyê mêr têne kuştin.
li ser ... rawestîn (biwêj) bi kesekî yan jî tiştekî re mijûl bûn. girîng girtin. kovareke wiha ne cihê tistên rojane ye, mîna rojnameyan; her wiha ne pirtûkek e jî ku ji serî heya binî li ser mijarekê raweste. selman dilovan
li ser ... serwext bûn (biwêj) çav li ser bûn. ez çiqasî li ser mala wan serwext bum, lê dîsa jî nîvê şevê diz ketinê.
li ser ... rawestîn to dwell on/upon, to give point to
li ser ... sekinîn nahe bei ... stehen bleiben