Encamên lêgerînê
laçik m leçek, başörtüsü
laçik pûşiya serê jinan *“li bejnê nêrî, bi zêran kirî, laçik rakir kerika gurî ye”
(navdêr, mê) kevînk, serpoş, kefî, egale, dersok, xafik, çîtê mirov pirça anku porrê xwe diniximînin (bi taybetî jin), dolbend, şar, çît, çarik, xêlî, eyaşî, şaşik, cemedanî, pêçe, poşî, xavik, kofî, nerme, şerpa, kitan, desmal, yazme, şelbe, çarok, hubirî, melkezêt, berrûk, pate, şelpe.
Herwiha: laçk.
ji wêjeyê: Bila ew çax dayîkên şehîdan, Laçikên reş ji serên xwe bavêjin, Şarên spî girêdin, Kincên rengîn li xwe kin.(Bayram Ayaz: Dayîka şorreşvanan, helbest, Nasname.de, 4/2004).
ji: hevreha farisî لچک (leçek) jiari yan jî bi metatezê û bi guherîna R bi L ji çarik jikurdi
laçika jinan dan serê xwe ji mêraniyê ketin û bênamûsî qebûl kirin
laçika jinan danîn serê xwe (biwêj) ji bo mêrên ku serjinik in û karên jinan dikin tê gotin, ji bo mêrên bêxîret jî tê bikaranîn. wî hema rasterast laçika jinan daniye serê xwe û her karen jinan dike. ji bo welat, em derketin serê çiyayan, lê wan laçika jinan dan serê xwe û li mal rûniştin.
laçik m. çîte, qemte, sarpa, çîtike, qente m.