Encamên lêgerînê
kurr 1. zarrokên nêr (navdêr, nêr) lawik, gede, sebî, xort, zarrokên nêr, mirovên nêr yên biçûk: Kurr bi gogê dilîzin. lawik, gede, sebî, zarrokên nêr, yên kesekî: Te çend kurr hene?.
Herwiha: kur, kurrik, kurik.
Dijwate: keç, qîz.
ji: Proto-aryayî: kur (zan) Sogdî: kwrt (zarrok) xun: kur (kîr) Farisî: kīr (kir) Kurmancî: kîr (kîr, pênîs), kurr (lawik) Kurdî (Soranî): kurr; kêr (kurr; kîr), kurr (lawik) Zazakî: kîr (kîr, pênîs), lorî: kur(r) (kurr, kurrik) Çavkanî: Cheung p.250 Baldarî: Ne ji proto-hindûewropî ye..
: kurranî, kurrik, kurrînî
kurr bûn (lêker)(Binihêre:) kurr
kurr kirin (lêker)(Binihêre:) kurr
kurram (navdêr, nêr) kurrê mamê kesekê/î, lawê apê kesekê/î.
Hevwate: kurrap, kurrmam, pismam.
Dijwate: dotmam, keçam, keçap, keçmam.
ji: kurr + am.
Bide ber: amoza, jinam, jinap, jinmam, keçmet, keçxal, keçxalet, kurrmet, kurrxal, kurrxalet
kurranî (navdêr, mê) rewşa kurrbûnê.
ji: kurr + -anî
kurrap (navdêr, nêr) kurrê mamê kesekê/î, lawê apê kesekê/î.
Hevwate: kurram, kurrmam, pismam.
Dijwate: dotmam, keçam, keçap, keçmam.
ji: kurr + ap.
Bide ber: amoza, jinam, jinap, jinmam, keçmet, keçxal, keçxalet, kurrmet, kurrxal, kurrxalet
kurraxa (navdêr, mê) axazade, pisaxa, malaxa, feodal, arîstokrat, xanedan, derebeg, beg
kurrbûn (navdêr, mê) (Binihêre:) kurr
kurrbûyî (rengdêr) (Binihêre:) kurr
kurre (navdêr, mê) qelaçê bilind û bê giya
kurrheval (navdêr, nêr) yarê keçekê, evîndarê qîzekê.
Herwiha: kurheval.
Têkildar: keçheval.
ji: kurr + heval.
: kurrhevalane, kurrhevalî, kurhevalînî, kurrhevalîtî, kurrhevaltî
kurrhevalane (rengdêr) bi awayekî kurrheval.
ji: kurrheval + -ane
kurrhevalî (navdêr, mê) rewşa kurrhevalbûnê.
ji: kurrheval + -î
kurrhilî (navdêr, mê) nevis, keçhilî
kurrik 1. zarokên nêr (navdêr, nêr) kurrên biçûk, ew kurr, (devokî) zarr, zarrok(him keç him jî law )(devoka Meraşê û Anatoliya Navîn), (devokî) canî, canîk, têjikên hespan, (devokî) caş, cehş, dehş, têjikên keran.
Herwiha: kurik.
ji: kurr + -ik.
: kurrikî
kurrik anîn (lêker) dehş anîn, cehş anîn.
ji: kurrik + anîn
kurrik bûn (lêker)(Binihêre:) kurrik
kurrikbûn (navdêr, mê) (Binihêre:) kurrik
kurrikbûyî (rengdêr) (Binihêre:) kurrik
kurrikî (navdêr, mê) rewşa kurrikbûnê.
ji: kurrik + -î
kurrikkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye kurrik kirin
kurrikkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) kurrik
kurrimîn (lêker) kurmî bûn, bi kurm ketin û bêhnek an bînek pîs jê hatin Bide Ber, kurm, kurmî
kurrîn (rengdêr) nêr, mêr, zelam, kurr.
Herwiha: kurîn.
ji wêjeyê: Bi hatina islamiyetê re devên jinan hatin klît û morkirin. Pê re çav jî li jinan hatin morkirin!.. Û jin di nav sedsalan de çavtirsî bûn. Mêran zor û pêkutiyê mîna şûrê Demokles li ser serê jinan girt. Mêr bû “axa” yê “harem”ê. Tu mafekî jinê tune bû ku bikaribe li dijî, an li ber “mêr” biaxive û nêrînên xwe, daxwaz û armancên xwe bêje. Ji xwe nedikarî armanceka “jinê” hebe jî. Ji bo jiyanê yek sedemeke jinê bi tenê hebû ku ew jî koletî û xizmeta “mêr” bû. Erka jinê ew bû ku zarokên kurrîn ji mêran re bînin û xizmeteke baş bidine wan. Ev êş, zor û zilm li ser jinê bi hezaran salan waha berdevam kir û hîn jî bi temamî neşikestiye. Cî bi cî, bi giranî jî didome.(Bîrgul Özbariş ARDA: Bersiva bo Eskerê Boyîk: Dema Hareman derbas bû!, Amidakurd.com, 11/2007).
ji: kurr + -în
kurrkirî (rengdêr) (Binihêre:) kurr
kurrkirin (navdêr)(Binihêre:) kurr
kurrmam (navdêr, nêr) kurrê mamê kesekê/î, lawê apê kesekê/î.
Hevwate: kurram, kurrap, pismam.
Dijwate: dotmam, keçam, keçap, keçmam.
ji: kurr + mam.
Bide ber: amoza, jinam, jinap, jinmam, keçmet, keçxal, keçxalet, kurrmet, kurrxal, kurrxalet
kurrmet (navdêr, nêr) kurrê meta kesekê/î, lawê meta kesekê/î.
Dijwate: keçmet.
ji: kurr + met.
Bide ber: amoza, dotmam, jinam, jinap, jinmam, keçam, keçap, keçmam, keçmet, keçxal, keçxalet, kurrxal, kurrxalet
kurrmîr (navdêr, nêr) pismîr, prens, kurrê paşayekî, lawê qiralekî, pisê keyekî, zarrokê şahekî.
Herwiha: kurmîr.
Têkildar: dotmîr, emîr, emîre, key, mîr, mîre, qiral, şabanî, şah.
Bide ber: kurram, kurrap, kurrmam, kurrmet, kurrxal, kurrxalet.
ji: kurr + mîr.
: kurrmîrane, kurrmîrî, kurrmîrîtî, kurrmîrtî
kurrmîrane (rengdêr) bi awayekî kurrmîr.
ji: kurrmîr + -ane
kurrmîrî (navdêr, mê) rewşa kurrmîrbûnê.
ji: kurrmîr + -î
kurro (hoker) lawo! xorto! lo! gazîkirina kurran e.
Herwiha: kuro!, kurriko!, kuriko!, kurrko!, kurko!.
Bide ber: babo!, bavo!, dayê!, keçê!, qîzê!.
ji: kurro + -o
kurrwunde (lêker) malmîrat, kesê/a ku kurrên wî tune ne û bi mirinê mal û milkên wî ji keçên wî yan jî ji mervên wî re dimîne. ne heyfa wî ku kurrwunde ye
kurrxal (navdêr, nêr) kurrê xalê kesekê/î, lawê xalê kesekê/î.
Dijwate: keçxal.
ji: kurr + xal.
Bide ber: amoza, dotmam, jinam, jinap, jinmam, keçam, keçap, keçmam, keçmet, keçxal, kurrmet, keçxalet, kurrxalet
kurrxalet (navdêr, nêr) kurrê xaleta kesekê/î, lawê xaltiya kesekê/î.
Hevwate: Mixaletî.
Dijwate: keçxalet.
ji: kurr + xalet.
Bide ber: amoza, dotmam, jinam, jinap, jinmam, keçam, keçap, keçmam, keçmet, keçxal, kurrmet, kurrxal, keçxalet
kurra şadibû er freute sich über den Sohn
er liebte den Sohn
sie freute sich über den Sohn
sie liebte den Sohn