Encamên lêgerînê
kompromîs (navdêr, mê) saziş, tenezil, lihevkirin, pêkkirin, pejirandina tiştek ji daxwazan kêmtir, kêmkirina hinek ji daxwazên xwe daku herdu alî bikarin li hev bikin: tawîz, bûn heval, dijminatî.
ji wêjeyê: Heger armanc ew be ku em dest ji mafên gelê kurd berdin, kompromîsê (musaweme) li ser pêgirên neguhorbar (sewabit) yên neteweya kurd bikin û dest ji mafên rewa yên gelê kurd berdin, willahî rojê hezar caran jî me bikujin, em ne kompromîsê dikin û ne jî dest ji xwe berdidin.(Ji axaftina Mesûd Barzanî di Parlamentoya Kurdistanê, 3/2006, Xoybun.com, jêwergirtin 12/2006).
Bikaranîn: Lêker: kompromîs kirin. Navdêr: kompromîskirin Rengdêr: kompromîskirî
kompromîs kirin (lêker)(Binihêre:) kompromîs
kompromîskirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye kompromîs kirin
kompromîskirin (navdêr, mê) (Binihêre:) kompromîs