Encamên lêgerînê
komgirav erd/m takımada
komgirav (navdêr, mê) giravistan, arşîpel, arkîpel, koma giravên nêzî hev.
ji wêjeyê: Li salên 1990ê, pirtûkên dij-komunîzmê her dever dan ber xwe. Lenîn û Trotskî carina li ser podyuma kesên ji Hîtler xirabtir şûna Stalîn jî girt. Lê belê, piştî ku Komgirava Gulagê ya Aleksandr Soljenîtsyn di bernameyên perwerdeyê de cihê xwe girt, gelo divê mirov matmayî bimîne ku dij-herikeke stalînhez derkeve holê? Niha, hin pirtûkên perwerdeyê ku Gulagê pişt guh nakin, behsa qencîyên birêveberîyê yên Stalîn û hevdemkirinê ku wî da meşandin dikin. Li cotmeha 2010ê, perwerdekar li konferans-nîqaşeke mezin hatin civandin û ji wan hat xwestin ku îlhamê ji welatparêziyeke hê ne zelal bigirin..
ji: kom- + girav