Encamên lêgerînê
kitik kedi.
zo/m kedi (Felis domesticus)
kitik masî zo/nd yayın balığı
kitik ne li mal e navê mişk evdirehman e koyunun bulunmadığı yerde keçiye Abdurrahman Çelebi derler
kitika kûvî zo/nd yaban kedisi
kitik pisîk
(navdêr)bi gelemperî zayendmê, ajelek e dişibe pilingan lê jê biçûktir e û kedî ye û bi dengê miyaw yan mirr bang dike, pisîk û ajelên nêzî wan (wek şêr, piling, panter, leopard, jaguar û hwd).
Herwiha: kit , kitîk, kitk, ketik, kêtik, kêtk, ketîk, ket, ketk.
Hevwate: pisîk, pişîkBi zimanê zarrokan, pişê, pişo.
ji: kit + -ik, ji zimanekî afrîkayî li hemû dinyayê belav bûye: hevreha kelhûrî kite, erebî قط (qiṭ), tirkî kedi, ermenî կատու (katu), yûnanî γάτος (gatos), latînî cattus, inglîzî cat (bixwîne: ket), almanî Katze, fransî chat (bixwîne: şa)... Herwiha peyvên pisîk/pisîng/pişîk yên kurdî jî hevrehên xwe yên navneteweyî hene: soranî پشیله/pişîle, kelhûrî پشی/pişî, belûçî پشی (pişî), farisî پیشی (pîşî), azerî û tirkmenî (tirkmenistanî) pişik, çagatayî پیشیک (pîşîk), romanî pisicã... Dîsa gîvirr (kitikên gir yên kûvî) jî hevrehên xwe di zimanên din yên îranî de hene: soranî گورپه/gurpe (kitikên nêr), belûçî گربگ (gurbeg: kitik), farisî گربه (gorbê: kitik): b ya farisî di kurmancî de gelek caran wek v ye (wek چوبان/çoban şivan). Cihguherîna rb (ya di gorbêde) û vir (ya di gîvirr de) jî bi metatezê: gîrv > gîvirr yan gobrê > gorbê. Herwiha belkî peyva kitik têkilî li gel peyva kedî (kehî, navmalî, ne-kûvî) jî hebe, bi taybetî bide ber hevreha kedi (kitik, pisîk) ya tirkî ku pirr dişibe peyva kedî ya kurdî. Bi heman awayî belkî gîvirr (kitikên kûvî) têkilî peyva kûvî be ku li hin deveran wek kîvî tê gotin..
: kitikane, kitikî. Navê zanistî: Felis catus. Bi soranî: پشیله (pişîle)
kitikane (rengdêr) bi awayekî kitik.
ji: kitik + -ane
kitikî (navdêr, mê) rewşa kitikbûnê.
ji: kitik + -î
kitikîkî (navdêr, mê) wek kitikê.
ji: kitikî +-kî
kitik m. zoo. pisinge, pisînge m.
kitikî rd. kufikin, mijikin, pepikin, kufkin, mijkin
kitik kitik, pisîk, pişîk
kitiknewtîne belakir, kesa/ê dixwaze her belayan peyda bike