Encamên lêgerînê
kirr 1. kirrandin, kirritandin (navdêr, mê) kirrandin, kirritandin, kelotin.
: kirrandin, kirrandî, kirrîner, kirrînerî 2. bêdeng (rengdêr) mit, bêdeng, bêpêjn, kesa/ê yan tişta/ê ti deng anku pêjn jê nayê.
Herwiha: kerr, ker, kir.
Bikaranîn: Lêker: kirr bûn, kirr kirin. Navdêr: kirrbûn, kirrkirin. Navdêr: kirrbûyî, kirrkirî.
: kirrî kirrîtî kirrker kirrtî
kirr bûn (lêker)(Binihêre:) kirr
kirr kirin (lêker)(Binihêre:) kirr
kirrandî (rengdêr) ya/yê ku hatiye kirrandin
kirrandin (lêker)(navdêr, mê) kelotin, dan ber didanan, bi didanan goşt ji hestî vekirin.
Herwiha: kirandin, keritandin, kirritandin, kiritandin. Tewîn: Lêker: -kirrîn-.
Têkildar: kirrîn.
Bide ber: birandin, çerandin, çirrandin, dirrandin, firrandin, mirrandin, nirrandin, şirrandin, virrandin, xirrandin, zirrandin.
ji: kirr + -andin.
: kirrandî, kirrîner, kirrînk 2.qusandin, por,yan jî rîyê jêkirin,traş
kirrbûn (navdêr, mê) (Binihêre:) kirr
kirrbûyî (rengdêr) (Binihêre:) kirr
kirrî (rengdêr) standî, tiştên ku hatine kirrîn.
Herwiha: kirî.
Dijwate: firotî.
ji: kirrîn - -în + -î
kirrîdar (rengdêr) bikirr, kirrox, kirryar, kirriger, xerîdar, mişterî.
ji: kirrî +-dar
kirrîn (lêker)(navdêr, mê) bi paredanê wergirtin, bi diravdanê bi dest xistin: Te tirimpêla xwe bi çendê kirriye? Min xaniyek bi 150 000 euroyan kirrî..
Herwiha: kirîn.
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: کڕین. Tewîn: Lêker: -kirr-.
Hevwate: standin, stendin.
Dijwate: firotin.
Têkildar: kirê.
Bide ber: kirin .Binêre.
Herwiha: birrîn, çirrîn, dirrîn, hirrîn, mirrîn, nirrîn, qirrîn, sirrîn, şirrîn, tirrîn, wirrîn, zirrîn.
ji: Proto-hindûewropî: kwrei- (kirrîn) , Proto-aryayî: xrey- (kirrîn) Middle Persian: xiryn- (kirrîn) Sogdî: xiryn- (kirrîn) Hotenî: xn- (kirrîn) Farisî: xerîden/xer- (kirrîn), gîlekî: heên/hin- (kirrîn) ... ir Kurdî: kirrîn/kirr- (kirrîn) Zazakî: herînayen/her- (kirrîn) Sanskrîtî: kirey (kirrîn), rusiya kevn: kirenuti (kirrîn) ... Çavkanî: Cheung p.446.
: bikirr, bikirrî, kirryar, kirryarî
kirrîner (navdêr) kojer, kojek, didantûj, dirantûj, mirova/ê yan ajelê/a ku tiştan bi kirrandinê dixwe: Mişk û sivor ajelên kirrîner in..
Herwiha: kirîner, kirritîner, kiritîner.
ji: kirrandin.
: kirrînerî
kirrînerî (navdêr, mê) rewşa kirrînerbûnê.
ji: kirrîner + -î
kirrînkar (navdêr, mê) kirryar.
ji: kirrîn +-kar
kirriyayî (rengdêr) bidestxistî, dabînkirî, temînkirî, kirrî, standî.
ji: kirriyay + -î
kirrker (navdêr, nêr) (navdêr, mê) ya/ê kirr dike.
ji: kirr + -ker
kirrkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye kirr kirin
kirrkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) kirr
kirrox (navdêr) bikirr, mişterî, kirryar, zibûn, kesa/ê ku tiştan dikirre.
Herwiha: kirox.
Dijwate: firoşkar.
ji wêjeyê: Batemanê xwediyê Poppyê û jina xwe Alanê xwestine ku yanzdeh kudikên xwe bifiroşin. Gelo wê kirrox derkevin ji bo kirrîna kudikan?.(Lotikxane, 5/2007).
ji: kirrîn - -în + -ox.
: kirroxî, kirroxîtî, kirroxtî
kirrox dîtin (lêker) kiryar dîtin, bikir dîtin, muşterî dîtin.
ji: kirrox + dîtin
kirroxî (navdêr, mê) rewşa kirroxbûnê.
ji: kirrox + -î
kirryar (navdêr) bikirr, mişterî, kesa/ê ku tiştan dikirre: Ez kirryarê vê dikanê me. (Ez tiştên xwe ji vê dikanê dikirrim.), zibûn, kirrox.
Herwiha: kiryar.
Bide ber: kiryar.
Dijwate: firoşkar .Binêre.
Herwiha: kirar.
ji: kirrîn - -în + -yar.
: kirryarî, kirryarîtî
kirryarî (navdêr, mê) bikirrî, karê kirryaran, jiyana kirryaran, reftara kirryaran.
Herwiha: kiryarî.
Têkildar: kirryarparêz, kirryarparêzî.
Dijwate: firoşkarî.
ji: kirryar + -î
kirrîn to buy; to purchase
kirryar vendee, buyer, purchaser