Encamên lêgerînê
karîn m 1. muktedir olma, edebilme, yapabilme, -e bilme 2. kudret, iktidar (bir şeyi yapabilme gücü) 3. erk * karîna siyasî siyasi erk 4. kudret, güç (sınırsız, mutlak nitelik) * karîna Xwedê Tanrı’nın gücü
karîn (i) m acıyla, arayışla meleme
l/ngh acıyla, arayışla melemek
karîn l/ngh 1. muktedir olmak, edebilmek, yapabilmek -e bilmek * ez dikarim herim ben gidebilirim 2. etmek (olumsuz olarak; bir ihtiyacı karşılamak) * ez bêyî wê nikarim onsuz edemem
karîn xwe li ser kevirekî hişk û req xwedî kirin kendini geçindirebilmek, olumsuz koşullarda dahi kendi keçesini çıkarabilecek kadar becerikli olmak * dikare li rûyê (yekî) bê nihêrtin yüzüne bakılacak gibi (veya yüzüne bakılır) * dikare (yekî) tî bibe ser avê û tî bîne (birini) susuz suya götürüp susuz getirmek, (becerikli olmak) * kare li hewayê resmê teyran bikişîne havda kuşların dahi sermini çekebilir, becerikli olmak * karibûna bi nefsa xwe nefsine hakim olmak * nikare bi kerê dibeze kurtên eşeğe göcü yetmeyip semerini dövmek * nikare dek bîne serê (yekî) (birinin yanında) perende atamamak (oyun çevirememek, aldatamamak) * nikarin cilika xwe ji avê derxistin paçasını çekecek (veya toplayacak) hali olmamak * nikarîn çavê xwe vekirin göz açamamak * nikarin mûyek jê kirin (birinin) kılına dokunmamak * nekarîn mûyek ji (yekî) kirin (birinin) kılına dokunmamak * nekarîn pê re pence kutan 1) (birinin yanında) perende atamamak (herhani bir konudan birinden aşağı olmak, beceriksiz olmak) 2) (birinin yanında) perende atamamak (oyun çevirememek, aldatamamak) * nekarîn serê xwe xurandin göz açamamak * nekarîn xwarin yiyememek *nekarîn xwe dan ser (yekî) (birinin) üstüne varamamak
karîn(yek) kirin beriya xwe (birini) cebinden çıkarmak * tu Menaf nas nakî, ew dikare Hesen bike beriya xwe sen Menaf’ı tanımıyorsun, o Hasan’ı cebinden çıkarır
karîna der/m karina
karîna bi nefsa canê xwe re nefis mücadelesi
karîna bi nefsa xwe nefsine hakim olmak
karîna darizandinê (an jî dadweriyê) yargı gücü (veya erki)
karîna qanûndanînê yasama gücü (hakkı, yetkisi veya kuvveti)
karîna raperandinê nd icra gücü, yürütme erki veya gücü
karîna rêvebirinê (an jî cîbicîkirinê) yürütme gücü (veya erki)
karîne m erk, yetke
karîn (lêker)(navdêr, mê) şiyan, tiwanîn, hêz/taqet yan hinêr yan derfet/delîv yan zanîn hebûn bo kirina tiştekî, hêz, kanîn, taqet, qewet.
Herwiha: kanîn.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: کارین. Tewîn: Lêker: -kar-.
ji: . Ji ermenî: bi ermeniya rojava կարնալ (karenal/garenal), ermeniya rojhilat կարողանալ (karoġanal), têkilî ermeniya kevn կարող (karoł: xurt, bihêz) ji կար (kar: hêz, îmkan). Di lêkera ermenî de di nava peyvê de hem r û hem jî n heye loma di hin devokên kurmancî de karîn û di hinan de jî kanîn e. Di devokên kurmancî yên dûrî ermenî de û di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî de peyda nabe loma ihtimala ku ji ermenî be gelekî mezin e. Bi hin devokên kurmancî şiyan e ku hevreha şiyan (mimkin bûn) ya soranî, şayed ya ji farisî û şikenayene ya zazakî ye. Di soranî de tiwanîn (rehê dema niha -tiwan-) e ku hevreha توانستن (tevanesten) ya farisî ye ku rehê wê yê dema niha -tevan- e. Ne têkilî can (bixwîne: ken yan kan) ya inglîzî û hevrehên wê yên zimanên cermenî ye ji ber ku eger ew hevreh bûna, k ya proto-hindûewropî divê di kurdî de bûbûya s û di zimanên cermenî de jî h. Idiaya Beghyani, ku dibêje ji kirin e, bi ti belgeyan nehatiye peyitandin. Hesendost bi xeletî li ber peyva tevanisten ya farisî nivîsiye: kirmaşanî: twanîn, karîn, û: karîn, kan, kanî. Di rastiyê de li ber karîn, -kan-, kanî diviyabû ku kurmancî hatibûya nivîsîn. Bi Kirmaşanî û lekî tüenîn/tüenisin e.. Agadarî: Lêkerên karîn/kanîn (anku şiyan, hêz hebûn) û zanîn bi hin awayan ji lêkerên din yên kurmancî cuda ditewin. Bo nimûne di dema niha de di hin devokan de pêşqertafa di- nakeve pêşiya wan. Loma ez di-kim, tu di-bêjî, ew di-xwe lê ez karim, tu zanî, ew kane (li cihê ez dikarim, tu dizanî, ew dikane).Herwiha neyînîkirina wan ne bi na- ya giştî lê bi ni- ye: Loma ez na-kim, tu na-çî, ew na-bêje lê ez ni-zanim, tu ni-karî, ew nikane. Herwiha di rewşên din de jî hin cudahî hene. Ji hemû lêkerên din re di raweya şertî de (kondîsyonal yan subjunktîv) bi giştî lêker bi formûlaya bi- + rehê dema niha + qertafa kesandinê ne: ez bi-ç-im, tu bi-k-î, ew bi-bêj-e. Ev qaydeya giştî di hin devokan de dîsa li gel lêkerên karîn/kanîn û zanîn jî li kar e: ez bi-zan-im, tu bi-kar-î, ew bi-kan-e. Lê di hin devokan de jî ew bi formûlaya rehê dema niha + -i- + -b- + qertafa kesandinê tê çêkirin: ez kar-i-b-im, tu zan-i-bî, ew kan-i-b-e. Di hin devokan de jî îcar ev herdu qayde di heman demê de tên
Bikaranîn: ez bi-zan-i-b-im, tu bi-kar-i-bî.Lê ji van awarteyiyan tenê ni- ya neyînîkirinê di kurmancî de di hemû devokan de awrte ye. Lê awarteyiyên din tenê di hin devokan de hene. Devokên din qeydeyên giştî bi kar tînin. Loma divê em di mesela di- de li gor qaydeya giştî biçin: ez dikarim ne ez karim. Herwiha ji ber ku ez bi-zan-im, tu bi-kar-î, ew bi-kan-e li gor qaydeya giştî ne û formên wek ez zan-i-bim, tu kar-i-bî, ew kan-i-be yan jî ez bi-zan-i-bim, tu bi-kar-i-bî, ew bi-kar-i-be awarte ne, divê em wek bizanim, bikarî, bikane tercih bikin..
: kara
karîn / dikare / bikare 1. şiyan 2. pêk anîn 3. bi dest ve anîn *"nikare, bê par e"
karînayî (navdêr)hatî ye bi karînan, destê duwê, kelûpelên kevin yên hatîn bi karanîn
karîn to be able, can
(bikare) to be able
(v.i., neg. pres. rnkarim, past (dı)karibûm, neg. past. rnkaribûm, subj. (bi)karibim) to be able (+ subj. to)
karîn lg. sîkîyene, eskayene, bese kerdene, sîyayene, sayene, sînayene, bese kerdene, becer kerdene