Encamên lêgerînê
kêmîne (navdêr, mê) kêmanî, kêmî, hindikî, eqeliyet, mînorîte, kêmtir ji nîvê, hindiktir ji 50 , ne 1/2 yan zêdetir.
Dijwate: ekseriyet, pirranî, majorîte, zorbe, zorîne.
Bide ber: kemînî.
ji wêjeyê: Ev çar partî baş dizanin ko xelkê Kurdistanê wê çendê fehm dikin ko yekek ji esesên sereke ên demokrasiyê hizra hilbijartina demokratîk qonaxa dawîn e û di hilbijartinê de jî piranî û kêmîne hene û piraniya her hilbijartinek li gor proje û baweriyên ko cemawer li ser rey dane îdareya welêt bi warên cihê ên aborî, kulturî, siyasî û civakî bi rê ve dibe û li gor nêrîn û qena’tên xwe gav diavêje ne ko li gor proje û bawerî û nêrîna ko di hilbijartinan de ser neketine. Ev jî ne dahênanek e ko me çêkiriye, belku ev qanûn û rê û rêzikên gişt welatên demokrat e di cihanê de.(daxwiyaniyek ji Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, li gor Nefel.com, 1/2009).
ji: kêm + -îne