Encamên lêgerînê
kêbirk (navdêr, mê) pêşbazî, pêşbirk, hevrikî, berebezî, berêkane, hawirkanî, riberiz, kêbirk, milmilane, dijberî, reqabet, misabiqe, sîbaq, yariya yan karê ku du yan zêdetir kes dikin daku diyar bibe ka kîjan zîrektir e: kêbirka bezînê, kêbirka helbestan.
ji wêjeyê: Rûdaw: Meha bê li Herêma Kurdistan’ê hilbijartinên parlemen û serokatiya herêmê tên encamdayîn. Di nav wan lîsteyan de lîsteyek bi navê Lîsta Destûrî heye ku kêbirkê dike, erê vê lîsteyê têkilî bi partiya we ve heye?(Rojnameya Rûdaw ji Elî Fileyhî dipirse, Rudaw.net, 7/2009).
ji: kê + birin - -in + -k.
: kêbirkane, kêbirkî, kêbirkvan, kêbirkvanî
kêbirkane (rengdêr) bi awayekî kêbirk.
ji: kêbirk + -ane
kêbirkê (navdêr, mê) leystokeke kî ji kê dibe, berîkanê
kêbirkî (navdêr, mê) rewşa kêbirkbûnê.
ji: kêbirk + -î
kêbirkvanî (navdêr, mê) karê kêbirkvanan.
ji: kêbirkvan + -î