Encamên lêgerînê
jeopolîtîka (navdêr, mê) zanista ku vekolînan li ser bandora coxrafyayê li ser siyaseta navneteweyî dike, bandora coxrafyaya welatekî li ser siyaseta wî yan siyaseta li hember wî, giringiya dewletekê ji ber cihê ku ew lê ye.
Têkildar: jeopolîtîk, jeopolîtîkî, jeopolîsyen.
Bide ber: jeostratejî, jeostratejîk.
ji wêjeyê: Em nikarin bibêjin ku Astanayê hewl daye ku bala derdorên navneteweyî bikişîne ser xwe. Herweha, em nikarin xemên wê yên li ser parvekirina berpirsiyariyên cîhanê nebînin, ew di xemên xwe de ji dil e. Li vê derê, em di derbarê pêwîstiyên veguhertina rêxistinekê de ku ev bi salan e li ser pîvanên bingeha xwe dilerize, neaxivin. Ji her tiştî girîngtir, divê em li vê derê bibiryarbûna serokê Qazak, a di derbarê tenzîmkirina vê çalakiyê de, bibînin û bizanin ku ew dixwaze wateya jeopolîtîk ya Kazakistanê derxîne pêş û siyaseteke nû ya karê derve biafirîne.(Régis Genté: Kazakistan an jî jeopolîtîkaya Ewrasyayê, wergerrandin: Ahmet Dere, Lemonde-kurdi.com, 2010).
ji: jeo- + polîtîka