Encamên lêgerînê
jenerîk (navdêr, mê) nivîsên li destpêka yan dawiya filmekî yên ku didin zanîn ka kê çi rol di wî filmî de yan di çêkirina wî filmî de hebûye.
ji wêjeyê: Li bakurê welatê me jenerîkeka ko mirovan dihêre hergav tê nûve kirin. Çarenivîsa mirovan bi benên xav ve girêdaye. Siyasetek ya ko li ser bingehê şidetê hergav; çi normal e, çi di rê de ye, çi karê aqil e wê wekî jibermamiyekê xerç dike, diavêje kenarê rê. Ferîşteya xerabîyê her dilîrîne, tenê dengê wê tê. Bûyer û rûdanên xerab wekî matroşkan, yek ji nav ya dî derdikevin; kemîn, bombe, êriş, operasyonên nava şevê kêm nabin. Îmaj, îstatîstîk, encamên rapirsînan (anket) û peyamên siyaseteke ko qet mirovan, wekî mirov nahebîne, cihê hemî heqîqetên jiyana mirovan girtiye. Mirovan êşên xwe yên rasteqîn jî, ji bîr kirine. Bawerî û hezkirinên semawî jî, ji bo vê siyaseta derveyî mirovan tên xerckirin..
ji: Ji frensî yan inglîzî generic