Encamên lêgerînê
jana zirav bj/nd ince ağrı, verem, ince hastalık
jana zirav cureyekî nexweşiyê ye û hêdî hêdî bi kuxika xwînî dikuje
(navdêr, mê) êşa zirav, tuberkuloz, sîl, werem, şerbê, beynûtî, êşeke vegir e ku cigeran digire û dibe sedema zeîfbûna mirovan.
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: ژانا زراڤ. Pirrjimar: janên zirav. Yekjimara nediyar: janeke zirav.
ji wêjeyê: Di daxuyaniyekê de Rêxistina Tendirustiya Cîhanî WHO daxwaza rawestandina bi lez ya wan testên xwînê kir, ku taybet in bi diyarkirina nexweşiya sîl- jana zirav- çimkî madeyên ku di wan testan de tên bikaranîn eybdar in û jiyana milyonên kesan dixin metirsiyê. Berpirsên WHO dibêjin ku amûr û madeyên laboratûran ji aliyê şirketên rojavayî tên çêkirin, piraniya wan ji aliyê kalîteya kontrolê ya welatên pêşketî tên redkirin, lewma ji welatên paşketî û hejar re tên şandin.
jana zirav Lungenschwindsucht
Tuberkulose
jana zirav m. tip. jano xirab, werem, tuberkuloz, jano tenik n.