Encamên lêgerînê
irfan 1. zanebûn, çand, îrfan 2. têgihîştin, ir­fan (têgihîştina xurt) m
1. zanebûn, çand, îrfan 2. têgihîştin, îrfan (têgihîştina xurt) m
irfaf bot/m su kenarlarında yetişen, dere otuna benzer bir bitki
irf (navdêr, nêr) edet, baw, texlîd, norm, asa, çande, kultûr, awayê normal yê rabûn û rûniştina mirovekê/î yan civakekê, şêweyê asayî yê birêvebirina karûbaran yan karûbarekî di civakekê de.
Herwiha: irf urf urf.
ji: ji erebî عرف (urf) ji rehê عرف (erefe: zanîn, nasîn), hevreha aramî ܥܘܪܦܐ (urrafa). Ji eynî rehî: arif, Arif, Irfan, Marûf, marîfet, tarîf....
: irfan irfane irfî irfîtî irfnas irfnasî irf û edet irfzan irfzanî
irfan (navdêr, mê) irfan: zanîn, têgihiştin, şarezayî, pisporî, ilm, zanist, marîfet, entektuelî, ronakbîrî, rewşenbîrî(navdêr, nêr) Irfan: navek zelaman e.
Herwiha: îrfan.
Bide ber: irf.
ji: Ji erebî.
: bêirfan, bêirfan, bi-irfan, irfandar, irfandarî, irfanî.
ji wêjeyê: Ji bo ku ez jî hinekî birêz Selah Bedredîn ji nêz ve nas bikim, ji ilm û îrfana wî, ji felsefe û zanîna wî ya gelekî dewlemend û gelekî hêja para xwe bigirim, min berê xwe da malpera Nefelê û meqaleya wî ya dawî Pêla şêxên kolanan xwend.(Zinarê Xamo: Nav î giran e, war î wêran e, Rizgari.org, 2/2007)
irfandar (rengdêr) bitêgihiştin, bişarezayî, bipisporî, biilm, bizanist, bimarîfet, bientektuelî, bironakbîrî, birewşenbîrî.
ji: irfan + -dar.
: irfandarî irfandarîtî irfandartî
irfandarî (navdêr, mê) rewşa irfandarbûnê.
ji: irfandar + -î
irfane (rengdêr) bi awayekî irf.
ji: irf + -ane
irfanî (navdêr, mê) rewşa irfanbûnê.
ji: irfan + -î
irfî (navdêr, mê) rewşa irfbûnê.
ji: irf + -î