Encamên lêgerînê
hulle (navdêr, mê) (li gor îslamê) sertê ku dibêje eger mêrek jina xwe ber de û carek dî bixwaze pê re bizewice, divê ew jin di navberê re mêrek dî bike û paşî wî berde daku bikare bigihe mêrê xwe yê yekem.
Herwiha: hule.
ji wêjeyê: Heger zilamek sê telaqên jina xwe bavêje, wê berde û piştre li jina xwe poşman bibe, divê jina wî here zilamekî din bike, xwe ji wî zilamî berde û dîsa li mêrê xwe vegere. Yanî, divê rebena jinikê lotikek din li xwe xe heta ku karibe dîsa li mêrê xwe ê berê vegere.(Lotikxane.com, 7/2008).
ji: Ji erebî