Encamên lêgerînê
hiyerarşî (navdêr, mê) sîstema ku tê de kes yan tişt xwedî pileyên cuda yên diyarkirî ne.
Herwiha: hiyerarkî. Têkilî: hiyerark hiyerarkî hiyerarşîk.
ji: ji frensî hiérarchie ji latinî hierarchia ji yunanî ἱεραρχία (hiyêrarxiya: desthilata qeşeyan) ji ἱερεύς (hiyêrêws: qeşe) + ἀρχή (arxê: desthilat, hêz, -arşî). ἱερεύς (hiyêrêws: qeşe) ji ἱερός (hiyêros: pîroz, xwedayî) ku ji Proto-hindûewropî ish₂ros e ku herwiha serekaniya sanskrîtî इषिर (iṣirá) û oskanî ??????? (aisusis) e..
ji wêjeyê: Esker ji ber hiyerarşiya xwe bivê nevê bi temamî ne di bin konrola hukumetê de ne û terbiye û tradisyoneka wan a ku ew xwe li ser hukumeta siyasî ferz bikin, di nav xwe de hiyerarşiyeka taybet û torrên cuda ava bikin heye.