Encamên lêgerînê
heya ez li dûvê xwe yê qut biniherim û tu jî li kela spî, em nikarin bibin dost (biwêj) ji bo kesên ku tekiliya wan te rewşeke xeter û beîmkan tê gotin. piştî ve bûyere, dostîtî û destbiratî di navbera me de nemaye. heya ez li dûve xwe ye qot biniherim ît tu jî li kela spî, adî em nikarin bibin dost. (bnr. çîrok) heya ez li dûvê xwe yê qut biniherim û tu ji li kêla spî, em nikarin bibin dost. (teriya qut û quba spî!) mirovek pir ji maran hez dike û dixwaze bi zimanê maran jî fêm bike. ji ber ku ew mirov gelekî ji maran hez dike, navê wî datînin marbengî. lê wekî ku tê zanîn, di navbera mar û mirovan de dijminatiyeke dîrokî heye û ev helwesta wî ji hêla mûovan ve wekî tiştek pir xeter tê dîtin. marbengî, sibe heya êvarê bi hesret û evîna maran radibe û rûdine. li ser vê hes-ret û daxwaza xwe bi şev û roj wisa difikire ku rojekê kalekî rûspî dikeve xewna wî û jê re dibêje: ji ber ku te ew qasji (u! û can xwext zimanê maran hîn bibî, me ev daxwaza te pejiraml. êdî tu dikarî bi maran re bipeyîvî. marbengî, sibe zû bi eşq diçe ber qula marê ku her dem dibîne. (jixwe berê jî gelek caran ew mar didît, lê nikaribû pê re tekiliyekê dayîne.) li ber qula mar bang dike. mar tê. bi hev û din re dipeyîvin. marbengî. daxwaza hevalî û dostiyê ji mar dike. lê mar bi awayekî vebirî bi bîra marbengî dixe ku di navbera mirov û maran de hê ji dema adem û hewayê ve dijmi-nalû heye û tu car ew nikarin bibin dost. (çimkî di baweriya mirovan de mar, şeytan xistiye bin zimanê xwe û ji bona xapandina adem pêxember -ku genim bixwe- biriye bihuşte.) mar çiqasî dibêje û dubare dike jî marbengî tênagihîje û di daxwaza xwe ya dostiyê de tim heter (israr) dike. di dawiya dawî de mar jî nerm dibe û di gel civaka mar û mirovan her du dibin dost. him civaka mirovan, him jî ya maran ji vê têkiliyê acizbûna xwe eşkere didin xuyandin, lê mar û marbengî ji biryara xwe venagerin. demekê dostiya wan bi awayekî baş derbas dibe. rojekê karekî marbengî li bajarekî dûr dertê, tê xatirê xwe ji hevalê xwe yê mar dixwaze û diçe. pişti çûyîna marbengî. lawê marbengî ji zarokên cînaran re cihê mar dibêje. kurê marbengî tevî zarokên cînaran, bi tasek şîr û bi soz û bext marê dostê bavê xwe dixapîne. bi saya dostiya marbengî bi qeleşî mar birîndar dikin. mar bi qutbûna dûvê (boçika) xwe difîlite. êdî wekî marê qol lê binavkirin. marê qol demeke dirêj bi dermankirina dûvê xwe ve mijûl dibe. mar, di vê demê de tim li dafika kurê destbirayê xwe û zarokên din difikire. baş dizane ku heke lawê destbirayê wî nebûya nediket wê dafikê. li hêla ji ber ku bi mirovan re dostî danîbû, maiên din lê nabin xwedî. tu marek nayê serdana wî. marê qol, edî nikare derkeve hem ber dîwana maran û derdê xwe jî bine ziman. ji ber van hemû sedeman, marê qol biryar dide ku jehra xwe di lawê destbirayê xwe de birijîne. dema rojekê lawê marbengî tevî zarokên hevalê xwe derdikevin geştê. mar li wê derê bi wî vedide. tam di wê demê de marbengî jî ji xeribîbiyê tê. di heman demê de bi kurê xwe yê birîndar re mijûl dibe, dibe ser hekîm û doxtoran lê tu çareye nabîne û piştî demekê bi şûn de kurê wî yê yekane di nav destê wî de dimire. marbengî, ji bo lawê xwe gelekî li ber xwe dikeve. dike axîn û zarîn. di demeke kurt de ji kurê xwe re bi mennerên spî li pêş mala xwe merzelekî pir mezin û spehî çêdike. maibengî piştî şîn û girinê, demeke dirêj difikire û di dawiyê de li hemberî ew qas mirovan ji bo bi maran re dostîdanîna xwe poşman dibe. ji hemû maran nefret dike. ji bo wan bûyeran û wê helwesta xwe jî xwe tawanbar dike. dû re biryar dide ku ç! dike bike, divê marê destbirayê xwe bikuje û tola kurê xwe yê tenê bistîne. jixwe heke wî marî nekuje nikare derkeve dîwana mirovan û di nav wan de serê xwe rake. piştî demekê, marbengî jî wekî lawê xwe, taseke şîr hildide û diçe ber qula marê pol, ango dostê xwe yê berê. bangî mar dike, jê re dîsa bi dostanî dipeyîve. lê armanca wî ya rasteqîn ew e ku mar ji qula xwe derkeve ku ew wî bikuje. lê marê qol her tiştî fêm dike û dibêje: destbira, jixwe ez jî benda te hum. min jî ji bo dostiya te hemû qewm û lêzimên xwe ji xwe re xiste dijmin. ez ê vî welatî terk biklm. heke bi ya min be tu jî wisa bike. ji ber ku marbengî li benda kuştina wî ye, jê re lavayî dike. daxwaza xwe ya berdewamkirina dostî û biratiyê gelekî tîne ziman, lê mar di dawiyê de ji marbengî re wiha dibêje: heya ez li clûvê xwe yê qut hinihêrim û tu jî li kêla spî, em nikarin bihin dost. (teriya qut û quba spî?)