Encamên lêgerînê
heqaniyet m hakkaniyet * divê mirov riya heqaniyetê bernede insan hakkaniyetten ayrılmamalı
heqaniyet (navdêr, mê) dadmendî, dadperwerî, edalet, heqîqet, wijdan, heqî, diristî.
ji wêjeyê: Carekê heger ew berpirsên medyaya kurdî xudanheqaniyet û xudanwijdan bin divêt ew bizanin heta ko ew xort yan kesekê dî ji bo kuştina wî mirovî cezayê mehkemeyê nexwe û hikûm li wî neyêt birîn ew ne »bikuj« e û ew tenê tawanbarek e. Lewra jî medyaya swêdî ne navê tawanbarî, ne jî navê kesê kuştî da û heta navê nijada tawanbarî û kuştî jî neda. Ferqa medyaya kurdan û medyaya swêdî yan ya ewropî di warê heqaniyetê û berpirsiyariyê de ev e.(Arif Zêrevan: Xwedê sitara mirovî ji hinek kurdên bêperwa û bêheqaniyet bike, Nefel.com, 11/2009).
ji: Ji erebî.
: bêheqaniyet, bêheqaniyetî, biheqaniyet, heqaniyetdar, heqaniyetdarî, heqaniyetî
heqaniyetdar (rengdêr) bidadmendî, bidadperwerî, biedalet, biheqîqet, biwijdan.
ji: heqaniyet + -dar.
: heqaniyetdarî heqaniyetdarîtî heqaniyetdartî
heqaniyetdarî (navdêr, mê) rewşa heqaniyetdarbûnê.
ji: heqaniyetdar + -î
heqaniyetî (navdêr, mê) rewşa heqaniyetbûnê.
ji: heqaniyet + -î