Encamên lêgerînê
hemûgir (rengdêr) tevgir, giştgir, berfireh, şamil, giştî, gelemper, umûmî, şamîl, tişta/ê ku hemû tiştên pêdivî tê de hene, tişta/ê ku hemû kesan di xwe de dihewîne.
Herwiha: hemîgir.
ji wêjeyê: Michael L. Chyet navdar e bi zanîna xwe ya li ser zaravayên serekî yên kurdî. Ew rêzkerê materyalên zimanên Rojhilata Navîn e li Pirtûkxaneya Kongresa Emerîkayê. Berê ew berpirsê beşa zimanê kurdî ya Radyoya Dengê Emerîkayê (VOA) bû. Wî herwa profesoriya zimanê kurdî li Zanîngeha Parîsê û Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê kiriye. Zanyarê kurd, Emîr Hesenpor, profesorê alîkar li Pişka Şaristaniyên Rojhilata Navîn û Nêzîk li Zanîngeha Torontoyê, li ser vê ferhengê wiha dibêje: Ev ne ferhengek asayî ye. Ev der-asayî ye. Ew yekem û tekane berhevoka hemûgir ya du sedsalên zanyariya Rojavayî û Rojhilatî ye li ser zaravaya kurmancî ya kurdî ku pirraniya kurdan pê dipeyivin û yek ji zorlêkirîtirîn zimanên dinyayê ye..
ji: hemû + -gir.
: hemûgirî
hemûgirî (navdêr, mê) karê hemûgiriyê.
ji: hemûgir + -î