hêvotin | (lêker)(navdêr, mê) taşandin, perwerde kirin, terbiyet dan, elimandin, fêr kirin, hîn kirin, rê dan ber, teşwîq kirin, han dan, lê sor kirin, lê germ kirin. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: هێڤۆتن. Herwiha: hêvosîn, hevotin. Tewîn: Lêker: -hêvoj-. ji: hevreha kurmancî hêvisîn, farisî آموختن (amûxten: hîn bûn, fêr bûn - rehê dema niha آموز -amûz-), pehlewî ammoxteg, avestayî fre-muxti-, zazakî mûsaene, jiari. Mya di farisî û zazakî de di kurmancî de dibe v, wek çeşm ya farisî û çim ya zazakî ku di kurmancî de çav e. -x- ya farisî ya berî T di kurmancî de dikeve, wek firoxten ya farisî ku di kurmancî de firotin e. A ya farisî û zazakî di kurmancî de hin car wek ê ye, bo nimûne hak ya zazakî ku di kurmancî de hêk e. H di kurmancî de li destpêka peyvan tê zêdekirin daku peyv bi vokalan dest pê nekin: bo nimûne hesp ku bi soranî esp, bi farisî esb, bi pehlewî esp, bi zazakî espe- ye.. ji wêjeyê: Bend 26: I.Mafê her mirovî yê perwerdebûnê heye. Perwerdahî bêpere ye, qet nebe divê ku di heyna perwerdeya destpêkê û bingehîn de ev yek wiha be. Hêvotina seratayî mecbûrî ye. Divê ku her kes ji hêvotina teknîkî û pîşeyî bikare sûd û kelkê wergire. Perwerdehiya bilind, divê ku li gorî behredarî û jêhatîbûnê, bi wekheviyeke tam ji her kesî re vekirî be.. jê: hêvojî, hêvojkar, hêvojkarî, hêvotingeh, hêvotinî, hêvotinkar, hêvotî |