Encamên lêgerînê
hêlîl m sürek avı
hêlîlar ast/m meridyen, boylam
hêlîlvan n sürek avcısı
hêlîlar xêzikên nîgaşî yên ku çembera cîhanê bi dirêjahî dibirin
(navdêr), ?, Hevêrkeya ekwatorê bi 360 dereceyan tê xet kirin. Di her dereceyekê re xêzikeke ku ji cemserekê digihêje cemsera din tê kişandin. Ji van xêzikên ku her du cemseran pev girêdidin re merîdyen-hêlîlar tê gotin. Hemû merîdyen li cemseran digihêjin ser hev, hevdu dibirin. Paralel hevêrke, lê merîdyen nîvhevêrke ye. Ji ber vê yekê hejmara merîdyenan du qatî paralelan, 360 in. Merîdyena destpêkê (sifir-0), di ser dîdegaha (rasathane) Greenwich’ê (li Londonê ye) re derbas dibe. Ev, ne hilbijartineke xwezayî ye. Berî vê hilbajirtinê, her welatekî merîdyena ku di payîtextê wê re derbas dibe wek merîdyena destpêkê dipejirand. Ev rewş, jibo seeta navnetewî dibû sedemê tevliheviyê. Jibo vê tevliheviyê ji holê rakin, komcivîneke navnetewî hate sazkirin. Di vê komcivînê de sazûmana paralel û merîdyenan ya ku pisporên îngîlîz amade kiribûn hate hilbijartin. Di sazûmana ku wan amade kiribûn merîdyena destpêkê di Londonê re derbas dibû. Ji merîdyena destpêkê ber bi rojava 180 û ber bi rojhilat 180 merîdyen hene. Ji yên li rojava re merîdyenên rojava û ji yên li rojhilat re merîdyenên rojhilat tê gotin. Merîdyena 180 dereceyî li hemberî merîdyena sifirê ye, her du nîvhevêrke bi hev re hevêrkeyekê çêdikin û ev hevêrke dinyayê wek nîvkada rojava û rojhilat bir dike
hêlîlar m. ast. tul, boylem n.