Encamên lêgerînê
gogane (navdêr, mê) lîstina bi gogê, yarîkirina bi gogê: Ez û hevalên xwe goganeyê dikin. (Em bi gogê dilîzin.) goganeya lingan/piyan/nigan (futbol) (rengdêr) mîna gogê, wek gogê.
Herwiha: gokane.
Hevwate: holane, tepane, topane.
Bide ber: goganê.
ji: gog + -ane.
: goganeyî
goganeya piyan (navdêr, mê) futbol, gogpî, toppî, goganeya lingan, werzişek e ku mirov bi piyan anku lingan gogê dilivîne, gogling.
Herwiha: gogana piyan, gokana piyan, gokaneya piyan, goyana piyan, goyaneya piyan.
ji: gogane + -ya + pî + -yan
goganeyî (navdêr, mê) rewşa goganebûnê.
ji: gogane + -yî