Encamên lêgerînê
gilç n kazgıç
gilçik n kazgıç
gilç singê sertûj ê ku di ji ber hin sedeman erdê de tê çikandin; xilç
(navdêr, nêr) sing, tewl, darikê seriktûj darikê ku di axê re tê çikilandin û tiştek pê ve tê asêkirin (bo nimûne: çadir anku xîvet), darikê yariya gilçaneyê.
ji wêjeyê: Dema tu têyî bîra min; Gurzên pirsên tîremarî, bi birsên xencerî li nav mejiyê min gilç tên. Hêviyên bi hesreta te avis di asoyê hiçmendiya min de govenda mirinê digrin. Tirsa dilê min dibe seyekî gurxenêq, bawerîyên min hebo hebo dixeniqîne. Erd û ezman dibin du ferên destara nû neqarkirî hissên min dihêrin. Hestên min ber davêjin, ji kerban sexelên xwe dixwin. Ditirsim, ziravê wêrekiya min diqete, Sulava pirsan di dilê min de gerineka gumanan digerîne. Sewsî dibim. Dibêjim gelo?! Dîsa dibêjim gelo,cardin dibêjim gelo, gelo, gelo, gelo?!(Merdan Newayî: Nameyek baskokirî ji rojê re, Kovara Mehname, hj. 36, 1/2003).
: gilçane
gilçane (navdêr, mê) lîstina bi gilçan.
ji: gilç + -ane
gilçanê (navdêr, mê) yarîyek (lîstikek) zarokane gilçên xwe di ber êk da di çikilînîn herkesê ê yê dî êxist dê ji xwe re gilçê berdijê wergire, :zaro yên çûyne gilçanê
gilçanêkirin (navdêr)liztin bi gilçan, :em dê gilçanê bi kin , :werin gelî zarokan da gilçanê bi kin