Encamên lêgerînê
firset (navdêr, mê) hebûna demê yan diravan yan şiyanê bo kirina tiştekê/î.
Herwiha: fersend, ferset, firsat, firsend.
Hevwate: delîv, derfet, gengazî, îmkan, keys, mical.
Bikaranîn: Lêker: firset bûn, firset çêbûn, firset dan (kesekê/î yan tiştekê/î), firset dîtin, (kesekê/î) firset hebûn, firset ji dest çûn, firset ji dest dan, firset peyda bûn, firset peyda kirin, firset winda bûn, firset winda kirin Navdêr (mê) : firsetbûn, firsetçêbûn, firsetdan, firsetdîtin, firsethebûn, firsetjidestçûn, firsetjidestdan, firsetpeydabûn, firsetpeydakirin, firsetwindabûn, firsetwindakirin.
ji: ji erebî فرصة (furṣet) jiarami פירצא (kun, qul - firset dera/dema ku mirov dikare tê re derkeve). Zêdebûna n (firset > firsend/fersend) di zimanên îranî de diyardeyeke berbelav e: tac > tanc, çok > çong....
: firsetber: yê ku li ber xwe de firset heye, firsetdar, firsetdarî, firsetî, firsetperist, firsetperistî
firset bûn (lêker)(Binihêre:) firset
firset dan (lêker)(Binihêre:) firset
firset ji dest çûn (lêker)(Binihêre:) firset
firset ji dest dan (lêker)(Binihêre:) firset
firsetbûn (navdêr)(Binihêre:) firset
firsetçêbûn (navdêr)(Binihêre:) firset
firsetdan (navdêr)(Binihêre:) firset
firsethebûn (navdêr)(Binihêre:) firset
firsetî (navdêr, mê) rewşa firsetbûnê.
ji: firset + -î
firsetjidestçûn (navdêr, mê) (Binihêre:) firset
firsetjidestdan (navdêr, mê) (Binihêre:) firset
firset Chance
Gelegenheit
Möglichkeit
firset delîv, derfet, firset, firsend, gav, mecal