Encamên lêgerînê
firrîşte (navdêr) melek, milyaket, melayket, perrişte, afirandiyên têt bawerkirin ku biçeng û li esmanan in lê li rûyê dinyayê jî digerrin, kesa/ê pirr qenc yan bedew.
Bide ber: firişt, firişte, firîşt, firîşte, firrişt, firrişte, firrîştBinere.
Herwiha: cin, horî, perî.
ji wêjeyê: Bila firrîşte ji esmanan bên, gulan raberî te bikin. Bila dotmîr ji çîrrokan bên stranan diyarî te bikin..
ji: jiari, hevreha farisî فرشته (firişte), parsî firêşteg, pehlewî frêsteg, avestayî fireêşte- (peyamber, qasid). հրեշտակ (hirêştek) ya ermenî ji zimanekî îranî hatiye wergirtin..
: firrîştane, firrîştehî, firrîştetî, firrîşteyane, firrîşteyî
firrîştetî (navdêr, mê) rewşa firrîştebûnê.
ji: firrîşte + -tî
firrîşteyane (rengdêr) bi awayekî firrîşte.
ji: firrîşte + -ane