Encamên lêgerînê
ez çiya û tu çiya, golik man bê giya gotina pêşiyan, dema ku herdu kes yan herdu alî qet tenezilê nakin û loma nikarin pirsgirêkê çareser bikin.
ji wêjeyê: Ez di bawerê de me, ev pirsgirêke tu caran bi berzebûna eqlî û zalbûna demargîriyê nahê çarekirin. Îro gerek e mijara vê pirsgirêka bi neteweyê kurd ve bestî, bi diyalogek şaristanî û lêborînê were çarekirin. Heke her layenek ji me li ser biryara xwe ya hişk ya bêhna hoz û ocaxê jê difire berdewam be, ev pirsgirêk mezintir lê tê û çare nabe û em gotina pêşiyan ez çiya û tu çiya, golik man bê giya piraktîze dikin..
ji: ez + çiya + û + tu + çiya + golik + man + bê + giya