Encamên lêgerînê
entrîka (navdêr, mê) lêb, hîle, dekûdolab, qîle, tedbîr û planên dizîkî.
Herwiha: entrîke.
ji wêjeyê: Wek Erdogan jî di axaftina xwe ya êvara 12-ê hezîranê de, li Balkona navenda Ak Partiyê a li Anqerê got hilbijartinê darbeya dawîn li wesayetgêran xist. Hêviya wan bi temamî şikiya ku ew karibin bi darbeyên eskerî, bi entrîkayên sîstema dadweriya bilind wesayetê bikin, pişta wan şikiya. Ew ê mihawele bikin ku bi riya partiyên siyasî ên wek CHP-ê, MHP-ê û beşek medyayê wesayetgêriyê rakin piyan lê êdî zor e..
ji: Bi rêya frensî intrigue ji îtalî intricare ji latînî intrico (tevlihev kirin).
Bikaranîn: Lêker: entrîka kirin. Navdêr: entrîkakirin Rengdêr: entrîkakirî
entrîka kirin (lêker)(Binihêre:) entrîka
entrîkakirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye entrîka kirin
entrîkakirin (navdêr, mê) (Binihêre:) entrîka