Encamên lêgerînê
emare şan, nîşanî, şop m
şan, nîşanî, şop m
emaret mîrektî, mîritî, mîrnîşîn, emaret m
mîrektî, mîrîtî, mîrnîşîn, emaret m
emaret m emaret, beylik
emaretsaz nd/nt mimar
emaretsazî m mimarlık
emare (navdêr, mê) danîşan, elamet, koşk, seray, qesr.
ji wêjeyê: Di ser de ku parlamenter, serokbelediye û siyasetmedarên DTP’yî ji dêlva ku vê teror û şiddeta kor tawanbar bikin, gêncên hersbûyî û nezan li hemberî provakasyon û pîjkirinên hin aliyan hişyar bikin, ew bi xwe diçin dikevin nav wê kaosê, rex bi rexên wê meşan dikin, yan jî bi navê meşan bahaneyan peyda dikin da ev şidet û kaos berpa bibe. Berê dihat gotin ku di DTP-ê de li gel şahîn û şerxwazan, kes û derûdoren maqûl ên aqlê selîm hene. Le ecêb e vê carê tu emare ji wê aqlê selîmiye jî nayê dîtin, kesên wek Ahmet Tûrk û Osman Baydemir jî� teslîmî kaosê bûne, li pey moltofavêjan dikişikişin.(Mûrad Ciwan: DTP: Destpêka dawiyê?, Netkurd.com, 12/2009) Rabûn li teferrucê vewestan.Wan cumle tebeq di her du destan.Manendî tibaq asmanî.Yaqût û zumirrdêd kanî.Rêhtin tebeqêd wî nisarî.Jor de li emareya nigarî.Emma tebeqêd wan hemî pir.Zêr û wereq û cewahir û durr.Yexma kir, gencê bûne maşa.Xêzan hemî bûne mîr û paşa.(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 1695) Tirkî: (navdêr)şan , nîşanî , şop
emaret (navdêr, mê) mîrîtî, mîrgeh, mîrnişîn.
Herwiha: îmaret. Nêzîk: îmarat.
Têkildar: emîr mîr.
ji wêjeyê: -Hikûmeta Tirk ji mêjve şivîşkan ji me dike. Heya em bikarin bê tirs bixebitin û xebata xwe ji çavên neyar veşêrin, divê ji rûve em xwe ji aliyê hikûmetê bidin xuya kirin. Min divê çend têlgirafan bidim Anqerê ku: “Leşkerê Şêx Seîd nîzîkî me dibe , ji bo em bikarin xwe li pêş wî bigirin û nehêlin şûreş bigehê erdê me, em hêvî dikin ji bo çê kirina alayiyên milîsan di nava welêt de desturê bidin”. Ji ber ku leşkerê wan hindike wê destûra me bidin. Hîngê em dê bikarin bê tirs peyayên xwe di qezayên Kexte û Pêtirgeyê de bicivînin. Heye ku hikûmet him çek û posat jî bide me. çi gava Şêx Seîd Sêwerek sitand, em jî dê rabin. Ez bawerim ku holê em bikarin bi kêrî xwe û welêt bûn û ji bin destê Tirkan derkevin..
ji: ji erebî
emaretsazî (navdêr, mê) avahîsazî, bînasazî, qesirbendî, mîmarî.
ji: emaret +-sazî