Encamên lêgerînê
elîşêr (navdêr, nêr) navek mêran e.
Herwiha: Elîşêr.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: عه‌لیشێر.
ji: hevreha farisî على شير (Elîşîr), pehlewî Erdişêr (bernavê gelek paşayên sasaniyan bû), farisiya kevn Ertexşeça- (bernavê gelek paşayên hexamenîşî bû) ji erte- (rastî) + xşeça- (birêveber) anku birêveberê adil. erte- hevreha eşe- (rastî) ya avestayî û ऋतं (ṛteṃ: rastî) ya sanskrîtî ye û hemû ji Proto-hindûewropî h2r-to- (rast, dirist) in. Di kurdî de -rd-/ -rt- ya îranî dibe -l- (binere alî û gel) loma Erdişêr > Elîşêr. Paşî bi şaşî hatiye bawerkirin ku Elîşêr maneya şêrê (îmam) Elî dide loma eyna erebî jî li destpêkê hatiye zêdekirin. Herwiha ji ber vê etîmolojiya gelêrî ew nav di nav şîiyan de berbelav bûye. Lê eger wî navî maneya şêrê Elî dabûya, ew ê Şêrelî bûya, ne Elîşêr.