Encamên lêgerînê
ekîd (navdêr, mê) eseh, misoger, tekîdkirî, bêguman, diyar, bêşik, temîn, piştrast, garantî.
ji: Ji erebî, têkildarî tekîd.
Bikaranîn: Lêker: ekîd bûn, ekîd kirin. Navdêr: ekîdbûn, ekîdkirin Rengdêr: ekîdbûyî, ekîdkirî.
ji wêjeyê: Ez fikirîm, ku di vê nivîsarê de ez jî dev bavêjim du sê kesan, ekîd dê ev nivîs zêdetir bête xwendin...(Evdile Koçer: Nivîs nikare êşa Qamişlokê bikewîne, Amude.de, 6/2005).
: ekîdî, ekîdker
ekîd bûn (lêker)(Binihêre:) ekîd
ekîd kirin (lêker)(Binihêre:) ekîd
ekîdbûn (navdêr, mê) (Binihêre:) ekîd
ekîdbûyî (rengdêr) (Binihêre:) ekîd
ekîdî (navdêr, mê) esehî, misogerî, tekîd, bêşikî, bêgumanî, piştrastî, bê dudilî, bêgumanbûn, ekîdbûn, tinebûna gumanan ji tiştekî.
ji: ekîdîtî, ekîdtî
ekîdker (navdêr, nêr) (navdêr, mê) ya/ê ekîd dike.
ji: ekîd + -ker
ekîdkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye ekîd kirin
ekîdkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) ekîd