Encamên lêgerînê
dokuman m dokuman, belge
dokumanter rd 1. dokumanter, belgesel 2. dokumanter, belgesel (belge niteliği taşıyan film veya televizyon programı)
dokumanter (navdêr, mê) belgefilm, filmên yan bernameyên li ser bûyerên rast (ne yên xeyalî).
ji wêjeyê: Rûken Bagdu Keskînê diyar dike ku Kurd 1’a Stenbolê heta niha di serî de fîlmên Hollywoodê, dublaja gelek fîlm, dokumanter û rêzefîlman kiriye: “Heta niha me dengdayîna li dora 30 fîlman kiriye. Me li vir Brehavert, Kleopatra, Titanik, Dr. Jivago, Toys, İndependence Day û gelek fîlmên ji klasîkên dinyayê bi dengê kurdî xiste nav malên kurdan. Kurd 1 Stenbol, her wiha bi navê Tropico û Condesa du rêzefîlmên ji Amerîkaya Latîn ku ji 200 beşan pêk dihat amade kir û da weşandin. Condesa vê gavê her roj bi baldarî tê temaşekirin. Kevî, Vegotin û Xoşebere sê bername ne ku berhemên Kurd 1’a Stenbolê ne. Kevî, li ser civat û jiyana koçber a kurdan; vegotin li ser edebiyat û Xoşebere jî bernameyeke çandî ye ku bi zaravayê zazakî/kirmanckî tê amadekirin û weşandin.”(Dublajakurdi.com, jêwergirtin 1/2011)