Encamên lêgerînê
diranên kursî diranên paşiyê yên cûtinê
diranên (yekî) di enişke de bûn (biwêj) armanc û mebesta xwe bi zelalî nexuyandin. diranên xusrev dî enîşke de ne. mirov gelek carari tênagihîje ku gelo li pey çi armancê ye.
diranên (yekî) di pelûre de şikestin (biwêj) beşans û bêrozgar bûn. ev şanse ku li para min ketiye, ez pelûre bixvim dê diranên min di pelitre de bişikin.
diranên (yekî) hev xwarin (biwêj) pir bitatêl bûn. berî ku buhê bibîne diraitê wî hev dixwarin.
diranên (yekî) kişandin (biwêj) nenn kirin. bandor qels kirin. berê kesî nikaribû ji kazo xeber bida, lê jinikê diranên wî kişamline û ew ji nû ve kedî kiriye.
diranên (yekî) şeqeşeq kirin (biwêj) serma kirin. di riya van gandan de diranên wîşeqeşeq dikitin.
diranên kursî diranên paşiyê yên cûtinê
diranên tefşik diranên ku bi kêrî gestkirin û qutkirinê tên
diranên xwe çirikandin (biwêj) ji bo xirabî gihandin kesekî, di nav hewldaneke bikîn û buxz de bûn. “wan diranên xwe diçirikandin, lê gef li kê dixwarin, bi xwe jî nizanibûn ... eliyê ebdilrehman
diranên xwe ji (yekî) tûj kirin (biwêj) ji bo heyf û tolê li firsendê gerîn. zilfo gelekî diranên xwe ji wardekê re tûj dike. xwedê axiriyê xêr bike.
diranên xwe nîşan dan (biwêj) dijmintiya xwe nîşan dan. berê rasteqîniya xwe nîşan neda, lê ku lingê xwe baş edi-land, diranê xwe nîşan dan.
diranên xwe şikandin (biwêj) ji bo tiştên piçûk helwestên tund nîşan dan, çikûs û temahkarî kirin. haylo lo! ew jinek wisan e ku ji bo paras tina mêrê xwe diranên xwe dişikîne. cewzo ji bo çar qurişan diranên xwe dişikîne.