Encamên lêgerînê
dijmin nd/nt 1. düşman, has?(birinin kötülüğünü isteyen, ondan nefret eden, ona zarar vermek isteyen) * bi çavên dijminan li min mêze dike bana düşman gözlerle bakıyor 2. düşm(birbiriyle savaşan devletler ve bu devletlerin asker, sivil bütün uyrukları) 3. düşman (aralarında çatışmaya varacak ölçüde anlaşmazlık bulunan taraflardan her biri) 4. düşm(bir şeyin yaşamasına, barınmasına engel olan; güç, tutum vb.) 5. mec düşm(bir şeyi büyük ölçüde kullanıp tüketen) * dijminê nan ekmek düşmanı 6. mec düşman (bazı şeylerden nefret eden, tiksinen kimse) * dijminê araqê alkol düşmanı
dijmin behicandin düşman çatlatmak
dijmin ji hev re nabin dost düşman düşmana gazel (veya yasin) okumaz
dijminahî düşmanlık.
bnr dijminatî
dijminane rd/h düşmanca, hasımane
dijminatî m 1. düşmanlık, hasımlık, husumet (düşman olma durumu) 2. düşmanlık (düşmanca duygu veya davranış)
dijminatî kirin düşmanlık beslemek, husumet beslemek
dijminatîî pê re kir (birine) düşmanlık beslemek
dijminayî bnr dijminatî
dijmindar rd düşmanlı, düşman sahibi
dijmindarî m düşmanlılık, düşman sahibi olma durumu
dijminê bavan nabin dostê lawan düşmandan dost olmaz
dijminê ji dil û can can düşmanı
dijminê mirov yek jê ziman e yek jî jin e insanın baş belâsından biri dili diğeri de kadınıdır
dijminê te gêrik be jî dîsa hesabê xwe bike düşmanından sakınmak lazım
dijminî m 1. düşmanlık (düşman olma durumu) 2. düşmanlık (düşmanca duygu veya davranış)
dijminîî pê re kir (birine) düşmanlık beslemek
dijminîya (yekî) kirin düşman kesilmek
dijminkarî m düşmanlık
dijminkî rd/h düşmanca
dijminparêz nd/nt düşmanı savunan, onun saflarında yer alan
dijminparêzî m düşmanı savunma, onun saflarında yer alama
dijmintayî m düşmanlık
dijmintî m 1. düşmanlık (düşman olma durumu) 2. düşmanlık (düşmanca duygu veya davranış)
dijminwarî rd/h düşmanca
dijmin 1. neyar 2. reqîb 3. hevrik *"dijminê bavê, nabe dostê lawê"
(navdêr) kesên yan komên dijî hev şerr dikin, dewletên têkiliyên wan bi hev re xirab in, kesa/ê kerbên wê/wî ji kesekê/î vedibin û dixwaze ziyanê bigihîniyê.
Herwiha: dujmin humin men mengî mane raman ramanîn.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: دژمن.
Hevwate: neyar.
Dijwate: heval hevbend hevpeyman hevrê dost yar Hevalbend Şrîk.
ji: Ji Proto-hindûewropî dus- (xirab; dij) + ménos (niyet, raman, fikir, hizir, hiş) anku niyetxirab), Proto-aryayî dusmene-, hevreha duj-meneh-/duş-meneh ya avestayî, duşmen ya pehlewî, dişmen ya zazakî, دشمن (duşmen) ya farisî, दुर्मन्मन् (dur-manmen) ya sanskrîtî, δυσ-μενής (dus-menos) (dijmin) ya yûnaniya kevn. Düşman ya tirkî û թշնամի (tişnemî) ya ermenî ji zimanên îranî ne. Hevreh: dij, dijwar, diz, zirr-.
: dijminahî dijminane dijminatî dijminî dijmintî dîn-dijmin
dijmin bi halê dijmin nizane gotina pêşiyan dema mirov û hinekî din dijminê hev û din be, mirov hertiştî xwe, tevgerê xwe halê xwe jê vedişêre.
dijmin di nav rû (yekî) de bûn (biwêj) dijminê herî mezin, ê ku herî nêzîkî mirov û hay ji rewşa mirov heye ye. lawo, li cihê dûr negerin, dijminê me di nav rûyê me de ye.
dijmin li nigê mirov dinêre,dost li serê mirov dinêre gotina pêşiyan wekî dijmin fedî dike an çavê wî bar nabe ku li rûyê mirov binêre ji ber wê yekê her tim serê wan berjêr e û lisola mirov dinêre. lê dost dikare bi hêsanî li çavê mirov binêre ji ber ku tu tiştekî ku fedî bike tune ye. di dawiyagotinê de ji an berdewama vê gotinê jî ev e “divê sola mirov û kumê mirov nû be” ji ber ku dost û dijmin li vanderê mirov dinêre.
dijmin pêsî li pê dinêrin pasê li ser gotina pêşiyan ev jî wekî ya din e, lê cûdahiya wê, ku dijmin dû re li serê mirov jî dinehêre.
dijmin teqandin (biwêj) ji bo kesên ku tenê ji bo xuyangê û ji bo cks û zikdirînê tevdigerin tê gotin. jixwe armanca keremê silo ne karpeşdebirin bû, wî tenê dixwest bi wî dîmenî dijnimên xwe biteqîne.
dijminahî 1. neyartî 2. reqabet 3. hevrikî
dijminane (rengdêr) bi awayekî dijmin, neyarane, dijminwarî, dijminkî.
ji: dijmin + -ane
dijminatî (navdêr, mê) neyarî, dijberî, reqabet, reqîbî, mixalifî, xisûmet, ne hevaltî, ne dostî, dijminên hev bûn, hevrikî, pêşbazî, pêşbirk, hisûmet.
Herwiha: dijminahî, dijminayî, dijminî, dijminîtî, dijmintî, dujminahî, dujminatî, dujminayî, dujminî, dujminîtî, dujmintî.
ji: dijmin + -atî.
Bi zaravayên kurdî: hewramî: kurmancî: dujminatî soranî: dujminkarî zazakî:
dijminê aqilmend ji hevalê xayin çêtir e gotina pêşiyan dijminê aqilmend li gor jiyanê difikire û herwiha mirov jî biaqil bifikire mirov dizane dê dijminê mirov çibike. lêdijminê herî mezin ku li ba mirov xuya bibe û xayîn be, jixwe mirov dibêje heval e, lê mirov nizane dê xayîntiyê bimirov bike. herwiha di nava mirov de kli mirov dixe.
dijminê ardûyê xwe dostê nanê xwe ye gotina pêşiyan ardû ji bo nan çêbibe mirov wî dişewitîne, dema nirov ardûyê xwe pir bişewitîne tê wê wateyê ku mirov litenduristîya xwe miqate ye an mirov ardûyê xwe dişewitîne ji bo nanê xwe ye. dema mirov mesrefê bike dijiyanê de jî heke mirov wê mesrefê jibo bingeha tiştekî bike baş e û mirov çiqas mesrefê an xebatê bike baş e.
dijminê bava nabin dostê lawa gotina pêşiyan ev gotineke feodalî ye. jibo dozên xwînî hatiye gotin. mirovek dijmine bavekî be jixwe nabe dostê lawê wî jî. kîdibe bila bibe ji dijminre law bav ap pismam yek e.
dijminê biaqil ji dostê bêaqil çêtir e gotina pêşiyan dostê bêaqil mirov li teşqeleyan diqewimîne û sûdeya wî ji mirov re tune ye.lê dijminê biaqil mirov dizane wêçibike, herwiha dijminê biaqil li gor rê û rêbazên jiyanê tevdigere.
dijminê canê xwe bûn (biwêj) bi xwe zirar dayîn xwe. ji wî hundirxwar re dijmin ne hewce ye, jixwe ew bi xwe dijininê canê xwe ye.
dijminê dijminê mirov dostê mirov e gotina pêşiyan ku dijminê mirov hebe, çi xisar bigihîje wî kêfa mirov tê. lewma ku dijminê dijminê mirov hebe mirov pê retêkiliyê datîne û li himber wî mirov dibin yek. heke ew jî xisarê bide dijminê mirov baş e.
dijminê dijwar ji dostê xayin çêtir e gotina pêşiyan ev jî wekî dijminê aqilmend ji dostê xayîn çêtir e. lê hinekî cûdatî tê de heye.wekî ku dijminê pir dijwar be mirovjî xwe li himber wî dijwar dike an mirov li gor wê yekê devdîrên xwe çêdike.
dijminê mezin neyarê sereke, şeytan, dijminê sereke, xwîndijmin
dijminê qanî qanî bûn (biwêj) dijminê pir kevn, mezin û dijwar bûn. malbata yesariyan ne niha, lê ji dema kalikê kalikê min de dijininê me yê qanî qanî ne.
dijminê te gêrik be jî hesabê wî bike gotina pêşiyan dijmin dijmin e. çi bi çûk çi mezin.heke mirov hesabê dijminê biçûk neke û di serî de ji holê raneke ançareseriyekê jê re nebîne, her ku biçe wê mezin bibe û gelek dijminê din î biçûk derkevin holê.
dijminî kirin Tewandî(lêker) helwest û karê dijminiyê kirin, şer kirin.
ji: dijminî + kirin
dijminkarî (rengdêr) kar û kiryarên dijminane, dijminayî
dijminkî (navdêr, mê) dijminane, neyarane, nayarkî, dijminwarî.
ji: dijmin +-kî
dijminwarî (navdêr, mê) dijminane, neyarane, nayarkî, dijminkî.
ji: dijmin +-warî
dijmin enemy, hostile
(n.) opponent, ennemy
m. enemy.
dijminahî (adj.) hostility
dijminane hostile
dijminatî hostility
f . enmity
dijmin Feind
Gegner
dijminahî Feindschaft
dijmin rd. dismen, neyar, dusman, dismen
dijminahî m. dismenîye, neyarîye, dismenênî, neyarênî m.
dijminane rd. dismenkî. dismenane, neyarane, neyarkî
dijminatî m. dismenîye, neyarîye, dismenênî, neyarênî m.
dijminatî kirin lg. dismenîye kerdene, nêyarîye kerdene
dijminayî m. dismenîye, neyarîye, dismenênî, neyarênî m.
dijminayî kirin lg. dismenîye kerdene, nêyarîye kerdene
dijminkî rd. dismenkî. dismenane, neyarane, neyarkî
dijmintî m. dismenîye, neyarîye, dîsmenênî, neyarênî m.
dijmin dijmin, neyar, dijw. dost, yar, heval, hevrê
dijminane bi dijminatî, bi neyarî, dijminane
dijminayetî dijminatî, neyarî, neyartî, dijminayetî