Encamên lêgerînê
dibêje (lêker) ji gotin.
Herwiha: dibê, dibêt, dibêjit, dibêjitin, dibêjît. Bi soranî: dellê, dellêt, derêt (devoka Hewlêrê)Bi zazakî, vano nêr, vana mêPirrjimar, dibêjin.
Têkildar: dibêjim, dibêjî, dibêjin(em) dibêjîn (devokî)Demên din, bibêje, bêje, got, digot, gotibe, gotiye, gotibû
dibêje ez û ne kes (biwêj) ji bilî xwe û berjewendiyên xwe tu kesek nefikirîn. ew mirovekî ne baş e. dibêje ez û ne kes, xêr ji wî û nîvekariya mû. nayê.
dibêje lê napêje (biwêj) bi xwe jî li gor gotina xwe nakin. Cih û dema gotinê: Dema ku yek yan hinek tiştekê bêjin lê ew bixwe jî neken,ev biwêj tê gotin.. Jêder: Pirnût
dibêje, direqise; nabêje difetise (biwêj) ji bo ketina nav nakokiya hinek helwestan tê bikaranîn. ew jî nizane çawa bike. dibêje, direqise; nabêje difetise.