Encamên lêgerînê
derîner rd/nd 1. çıkarıcı 2. nd/nt yaratıcı, eser sahibi
derîner (navdêr) çêker, peydaker, derxîner, encamder, peydaker, keşfker, dîrektor, rejîsor, kesa/ê yan fîrmaya ku tiştekî dertîne, kesa/ê yan fîrmaya ku tiştekî çêdike: derînerên filman.
Herwiha: derêner, derhêner, derhîner.
ji: deranîn - -an- + -er. Belkî niha derhêner berbelavtir be ji ber ku ew vê dawiyê ji soranî hatiye û hê jî di kurmancî de rûneniştiye loma forma deynkirî wek di zaravayê jêder de tê bikaranîn. Lê bi demê re kurmancî - wek her ziman û zaravayî - peyvên deynkirî li gor xwe diguherîne. Berê di medyaya kurmancî de peyva birêz jî wek berêz dihat bikaranîn ji ber ku di soranî de berêz bû. Lê vê dawiyê hema bêje her kes forma kurmancîkirî birêz bi kar tîne ji ber ku hevbera be (by, with, -ful) ya soranî di kurmancî de bi ye..
: derînerane, derînerî, derînerîtî, derînertî. Bi soranî: derêner, derhêner
derînerane (rengdêr) bi awayekî derîner.
ji: derîner + -ane
derînerî (navdêr, mê) rewşa derînerbûnê.
ji: derîner + -î