Encamên lêgerînê
demans (navdêr, mê) ateh, xurifîn, xerifîn, bêhişûbîrî, êşa jibîrkirinê, nexweşiya jibîrkirinê, nesaxiya jibîrçûnê (bi taybetî êşek mirovên pîr e).
Herwiha: dementiya.
ji wêjeyê: Hirçoka me îşev têr raket, bi tenê carekê şîyar bû û ew jî ji bo min dîyarîyeke xweş bû. Dê û bavên din dizanin ez çi dibêjim: Bêxewmayin bi rastî zehmet e. Ez tenê 30 salî me, van şevên bêxew porê min spî nekirine lê weşandine. Porê min kêm maye! Û her çiqas ku temenê min ciwan (genc) e jî ez carna bawer dikim ku nexweşiya jibîrkirinê (bi swêdî demens, îngîlîzî dementia) li ba min heye. Ev mêrata bêxewmayinê tiştên ecêb bi serê laşê mirov de tîne.(Şîlan Diljen, Hircok.blogspot.com, 1/2009).
ji: Bi rêya frensî démence ji latînî de- + mens.
: demantîk