Encamên lêgerînê
dîskrîmîne (rengdêr) dîskrîmîne kirin: ferq û cudahî xistin navbera mirovan, hemû mirov wek hev nehesibandin, miameleya wekhev li gel hemû kesan nekirin: Li Tirkiyê dîskrîmînekirina dijî kurdan serdest e. (Kurd li Tirkiyê wek tirkan baş nayên hesibandin.) Li gelek welatan jin tên dîskrîmînekirin. (ew wek mêran baş nayên hesibandin).
Herwiha: diskrimîne.
Têkildar: dîskrîmînasyon, dîskrîmînatîf, dîskrîmînatîv, dîskrîmînator.
ji wêjeyê: ke em rewşa kurdan a li her çar perçan bidin ber çavên xwe em ê bibîr bînin ku li ser navê yekîtiya milî, berjewendiyên milî li hemberî emperyalîzmê an komunîzmê ew çawa hatin înkarkirin û dîskrîmînekirin, bi çi çavekî neyarane li wan hat nihêrtin.(Mûrad Ciwan: Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê (III), Netkurd.com, 8/2009).
ji: Bi rêya frensî discriminé ji discriminer ji latînî discriminatus ji discriminare ji discrimen (cudahî).
: dîskrîmînekar, dîskrîmînekarî, dîskrîmîneker, dîskrîmîne kirin, dîskrîmînekirin, dîskrîmînekirî
dîskrîmînekarî (navdêr, mê) rewşa dîskrîmînekarbûnê.
ji: dîskrîmînekar + -î
dîskrîmîneker (navdêr, nêr) (navdêr, mê) ya/ê dîskrîmîne dike.
ji: dîskrîmîne + -ker
dîskrîmînekirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye dîskrîmîne kirin