Encamên lêgerînê
dêbav (navdêr)pirrjimarî, dayika û bavê kesekê/î: Dêbavên wî mirine. dayik û bav bi giştî: Divê dêbav zarrokên xwe perwerde bikin. hemî mirovên mezin yên zarrokan xwedî dikin.
Herwiha: daybab, daybav, dayikûbab, dayikûbav, daykûbab, daykûbav, deykûbab, daykûbav, deybab, deybav, deyûbab, deyûbav, dêbab, dêbav, dêûbab, dêûbav.
ji: dê + bav.
: bidêbav, bêdêbav, dêbavane, dêbavanê, dêbavî, dêbavtî
dêbavane (rengdêr) bi awayekî dêbav.
ji: dêbav + -ane
dêbavî (navdêr, mê) rewşa dêbavbûnê.
ji: dêbav + -î