Encamên lêgerînê
cudaxwaz nd/nt ayrılıkçı
cudaxwazî m ayrılıkçılık
cudaxwaz kesê ku doza cihêbûnê dike
kesê ku doza cihêbûnê dike
cudaxwazî (navdêr, mê) (siyaset) parvexwazî, cihêxwazî, separatîzm, xwestin ku welatek parçe bibe, daxwazkirin ku parçeyek ji welatekî veqete û bibe serbixwe, (giştî) daxwaza imtiyazan kirin, daxwaza takemafan kirin, tiştên ji yên xelkê cudatir xwestin.
Herwiha: cidaxwazî.
ji wêjeyê: Di dewra 1954-74an de, pirsgirêk wek pirsgirêka şûnvemayin, cehalet û feodalîteyê hatiye tarîfkirin; xwestine ko ji Kurdan re ‘medenîyet’ê bibin, wan bikin Tirk û bi wî awayî pirsgirêkê çareser bikin. Piştî 1968an, pirsgirêk êdî pirsgirêka komunîzm û parvexwazîyê ye. Piştî 1980yan, bi taybetî jî piştî jihevketina Sovyetan, pirsgirêk bûye xwedîyê tarîfeke nuh; êdî pirsgirêk terorîzm an jî bi awayê vê dawîyê terorîzma etnîkî ye.(Fuat Onen: Welatek di ronkaya rojê de ji gelên wî yên otokton hat dizîn, Nefel.com, 12/2007).
ji: cudaxwaz ji parve + -xwaz + -î
cudaxwaz rd. dyawaz, arzîwaz
cudaxwazî m. dyawazîye, dyawazênî, arzîwazîye m.