Encamên lêgerînê
caxî bnr civat û caxî
caxî (navdêr, mê) civat, cemaet, koma mirovan.
Bide ber: caxik.
ji wêjeyê: Van şagirtan çendî îcazet wergirtibin jî, di dîwanan de, di civat û caxiyan de, di şevbihêrkan de, wan tu carî bêyî destûra hostayên xwe qîr nekirine, stran û kilam negotine. Ev dîwan û civat jî bi piranî yên mîr, beg, axa û giregiran bûne û her wiha em dizanin ku gelek mîr û begên kurdan xwedî dengbêjên navdar bûne û di rojên bi nav û nîşan de dengbêj bi bendan avêtine ber hev, heta ku yekî ji yekî re mil daniye, vê yekê berdewam kiriye.(Zana Farqînî: Dengbêjî: Xweseriyeke muzîka kurdî, Amidakurd.com, 6/2007)